
Dayikên Aştiyê, ku li hemberî zilma li gelê Kurd tê kirin ti carî bêdeng neman, wê greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Ocalan bi rengekî cuda bidomînin.
Meclîsa Dayikên Aştiyê ku di her serdema zor û zehmet de her li pêş in, hemû çalakiyên xwe bi ser dixîne. Dayikên Aştiyê ku bi tecrûbeya bi salan tevdigerin, tevî ku nvasere ne jî pêşengiyê ji çalakiyên mîna meşên dirêj, nobet û greva birçîbûnê re dikin. Dayikên Aştiyê herî dawî li ser rewşa tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rayedaran re rûniştin, lê ji ber ku encam negirtin dest bi greva birçîbûnê kirin. Dayikên Aştiyê yên li Amedê rojên Pêncşem, În û Şemiyê di greva birçîbûnê de bûn. Dayikên ku emrê wan zêdeyî 60 salî ye, ligel pirsgirêkên tenduristiyê jî ketin greva birçîbûnê.
Dayikên Aştiyê diyar kirin, ku wan bi greva birçîbûnê dest bi çalakiyên xwe kiriye û heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew ê çalakiyên xwe bidomînin.
Ocalan sebeba aştiyê ye
Ji Dayikên Aştiyê Gulîstan Erek bi bîr xist ku ev du sal in ew nikarin agahiyê ji Ocalan wergirin û ji ber ku destûr nayê dayin malbat û parêzer wî bibînin, ew bi fikar in.
Erek anî ziman ku ji bo aştiyeke mayinde divê hevdîtin bi Ocalan re werin kirin û got, “Heta ku Rêber Apo bête berdan em ê çalakiyên xwe bidomînin. Ji bo Birêz Ocalan em ketin greva birçîbûnê. Ji bo hîn bêhtir mirov nemirin em ketin grevê. Çalakiyên me wê dewam bikin. Bang li gelê Kurd dikim. Em xwedî li Rêberê xwe derkevin. Heta ku agahiyeke erênî jê bigirin, em çalakiyên xwe bidomînin.”
Rêber Apo dikare şer rawestîne
Hizna Çetîn jî got, kurê wê Cemal Çetîn ê li Girtîgeha Elezîzê bi heman armancê ketiye greva birçîbûnê û wiha peyivî, “Li Kurdistanê şer heye. Her roj ciwan dimirin. Yekane kesê ku karibe rijandina xwînê bisekinîne Rêber Apo ye. Bila dewlet Rêberê me berde û aştiyeke mayinde pêk were.”
Em ê bêdeng nemînin
Yek ji çalakgerên greva birçîbûnê Hanim Atli ya 60 salî jî wiha bersivê dide pirsa xwe bi xwe “Çima Rêberê me tecrîd dikin? Rêberê Gelê Kurd ji bilî pêkanîna aştiyê tiştekî din nekiriye. Ji Kurdan û Rêberê Kurdan çi dixwazin? Bajarên Kurdan xerakirin, ciwanên Kurdan kuştin. Niha jî bi tecrîdkirina Rêberê Kurdan hewl didin me terbiye bikin. Eger li Tirkiyeyê mafên mirovan hebûya, ev rewş wê nehatibûya qebûlkirin û Rêberê me bihata berdan. Çi dibe bila bibe em ê li pêşberî rewşa Rêberê xwe bêdeng nemînin. Greva me ya birçîbûnê diqede, lê em ê çalakiyên xwe bidomînin.”
JINNEWS / AMED