Dayikên Başûrê Kurdistanê êrişên polîsên dewleta Tirk yên li dijî dayikên Bakurê Kurdistanê şermezar kir. Dayikan got, ew ê hertim piştgiriya dayikên Bakur ên azadîxwaz bikin.
Dayik Seede Nasir dibêjê, “Rejîma Baesê di dema xwe de gelek êriş bi ser malbatên pêşmerge û şehîdan de anîn. Rejîmê hemû karesat bi ser Kurdan de anîn, enfal û komkujî kirin. Ya ku niha dewleta Tirk dike, heman kiryar in. Ev 21 sal in ku Rêber Apo di Gireva Îmraliyê de tê ragirtin, herwiha Kurdek li ku derê hebe û navê Kurdîniyê li ser hebe, êrişî wan dike.
Ji ber ku temenê min dest nade ez nikarim herim cem dayikên Bakur û pitgiriya wan bikin, lê hertim piştgiriya wan dikim. Ez çalakiya Leyla Guven jî pîroz dikim. Qamişlo, Mehabad, Amed û Hewlêr hemû yek in, dijminê Kurd û Kurdistanê jî yek e. Ji bo vê jî divê em hemû têkoşînê bikin.
Behê Rauf
Dayika Behê Rauf jî got, “Ez êrişa polîsên dewleta Tirk yên li ser dayîkên Bakurê Kurdistanê şermezar dikim. Ti cudahî di navbera Rejîma Tirkiyê û rejîma Sedam Huseyin de tine. Em bi hemû hêza xwe piştgiriya dayikên li Bakur dikin. Erka me ew e ku em alîkariya wan bikin û têkoşîna wan xurt bikin.
ROJNEWS/SILÊMANÎ