Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Êlihê li avahiya xwe têkildarî mijarê de daxuyaniyek dan çapemeniyê. Li ser navê Meclîsa Dayikên Aştiyê Helîme Avci axavtinek kir. Avci, bal kişand li ser malbatên ku li ber Şaredariya Amedê bi hinceta "PKK'ê zarokên me bi zorê biriye" çalakî dane destpêkirin û da zanîn ku zarokên wan ji ber zilm û zextên dewletê berên xwe dane çiyê. Avci destnîşan kir ku wan zarokên xwe di bin zilm û zordariya dewletê de mezin kirine. Avci, bang li hemû malbat û dayikên ku zarokên wan di girtîgehan de ne kir da ku piştgirî bidin çalakiya wan û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Emê roja şemiyê saat di 12:00'an de li Parqa Ataturkê konê xwe vedin û zarokên xwe ji hikumetê bixwazin."
DIHA/ÊLIH