Doh roja dayikan bu. Zarok, keç û mêran baqê gulan ji dayikên xwe re birin.
Bêguman, dayik layiqî xelatên mezintir in. Gotina “dayik” navê Xweda ye û di lîteratura civakî, kulturî, ferhengî û mîtolojîk de, heman wateyê diparêze.
Dayik civak e û stûne bingehîn ya cografya û dîrokê ye. Sê tiştên têkildarî hev in û yek nebe nabê ye.  Civak, cografya û dîrok...
Civak bê dayik nikare bibe civak. Ji ber ku dayik, stuna bingehîn ya sosyolojiya civakê ye. Sosyolojiya civakê jî, bingeha xwedî derketina li cografya ye. Cografya bi xwedî jî, bingeha dîrokê ye. Ev tê wateya ku stuna bingehîn dayik e.
Lê îro, Dayikên Kurd li kolanan e. Dozekê dimeşînin. Dozeke pîroz e û bingeha jiyaneke bi rûmet e. Lê polîsên AKPê, li dijî vê doza pîroz dinava seferberiyê de ne. Jinên Kurd, hîna li bajar û navçeyan dorpêç kirin û rê li ber wan girtin.
Di roja dayikan de, dayikên Kurd di bajar û navçeyand e, di malan de dîl girtin. Navê vê jî demokrasî ye. 
Doh li Amed û Enqerê “nobeta azadiyê” hebû. Jinan organîze kiribû û jin li kolanan bûn. Lê fermana zodestiya AKPê jî li kolanan bû. Çalekiya Kurdan îro jî berdewam dike û zordestiya AKPê jî li kolanan e.
Jina Kurd çi dixwazin: Azadiya Ocalan dixwazin, rawestandina şer dixwazin, rawestandina herikandina xwîna mirovan dixwazin. Gelo çi ziyana van daxwazan heye?
Jinên Kurd çareseriya pirsgirêka Kurd dixwazin, aştiyê dixwazin. Êêê, li Tirkiyê pirsgirêka Kurd heye. Gelo daxwaza çareseirya vê pirsgirêkê û aştiyê çima dibe suc?
Lê desthaidlairya AKP’ê, aştîxwazî kiriye suc.
Li welatekî aştî suc be, pûşî girêdan jî wê bibe sedema 11 sal cezayê girtîgehê.
Li welatekî hawara dayikan sûc be, wê derdorê 4 hezar siyastenedar hî weirn girtin.
Li welatekî ku serokwezîr faşîzma li kolanan biparêze, piştî komkujiyan spasî kujeran bike, li wî welatî, dayik nikarin bibin lehengên demokrasiyê û aştiyê bixwazin.
Li welatekî ku  serokwezîr, di her firsetê de, îdeolojiya  yek-yekan dubare dike; dayik, nikarin  li pey şopa windahiyên xwe bigerin. Nikarin  li dijî tecrîda rêberê xwe bibezin û li pey çardarên zarokên xwe bilîliyênin,  slogana “êdî bes e” bi qîrin?
Bê çiqasî Farnco nam-i deger El Caudillo dengê dayikên Espanyolî nedikir, Erdogan, nam-i deger Sultazade jî hewqasî dengê dayikên Kurd dike. Cûdatiya Franco û Erdogan, axaftin e.  Erdogan bêhtir ji Franco diaxive.  Em jibîr nekin, destîniya Dayika Kurd, bi cografya Kurdistanê ve girêdayî ye. Eger em dixwazin, destîniya Dayikên Kurd werê guherin, dive em destîniya cografya Kurdistanê biguherin. Ev pirsgirêk li çar parçeyên Kurdistanê jî, Başûr jî di nav de weke hev e û têkildarî hev e.   
Haaa, Dayika Kurd, stuna bingehîn ya têkoşîna gelê Kurd e û parêzvana Cografya Kurdistanê ye. Li Başûrê Kurdistanê Leyla Qasim, li Rojhilatê Kurdistanê Şîrîn Elemhulî, li Rojavayê Kurdistanê Seyran, li Bakûrê Kurdistanê, Bêrîtan û hwd. Di nava stêrikên di ezmanê têkoşîna azadiya Kurd de, bi hezarana lehengên jin, di ezmanê Kurdistanê de diçirisînin.
Ji bo gihiştina vê riya rastiyê jî, pêdivî bi rijandina xwîna çavan û pênûsê heye.
Piştî şerê, 30 salî, yanî îro, êdî  modelên hişmendî, bedenî û haraketên guhertinê di civaka Kurd de derketine holê. Ev guhertin di nivîskar û rojnamevanan de jî xuya dike. Kulturek nû, hişmendiyek nû û  rengîniyek  mîtolojîk jî, helbest û pexşanên Kurdî de peyde bûye.
Dive ku pênûsa rewşenbîriya Kurd, dikaribe bibe bersiva qîrên û hawara dayika Kurd Bersivbûna qîrên û hawara dayikan, di heman demê de wê bibe bersiva demê. Dema ku nivîskar û rewşenbîriya Kurd bû bersiva demê, hingî Şoreşa Kurd wê di aliyê kulturî de, hêza xwe temam bike.
Baş tê znaîn, dayikên Kurd li Geliyê Tiyarê jî, li Roboskiyê jî rûdêna sîstema faşîst eşkere kirin. Doh û îro bi nobeta ku li Amed û Stembolê jî, “kampanya ji bo Ocalan Azadî, ji bo Kurdistanê statu, an azadî an azadî”  zindî kirin. Ev sekna maqulî ya li dijî faşîzmê ye. Ev navê hêviyê ye.
Pênûsa Kurd jî mebur e, bibe bersiva vê hêviyê û hêza dayika Kurd bi nîgarkêşiya edebî, zanistî ragihîne raya giştî ya cîhanê û bigihîne paşerojan.