Dayika bi navê Leylê Ibrahîm dibîje, “Şervanên me canê xwe ji bo me feda dikin û gundên me ji destê çeteyên hov rizgar dikin. Em jî bi hemû hewildanên xwe alîkariya wan dikin.”

Em bi hev re bi ser kevin

Herçî dayika bi navê Nûrê Xidir e jî, wiha dipeyive: “Bi destpêkirina vê operasyonê em gelek kêfxweş bûn, ji bo wê ji em weke dayik û xwîşkên şervanên azadiyê YBŞ û YJŞ’ê hatine ji bo alîkarîkirina wan û xwarin çêkirinê. Me zarokên xwe yên biçûk li cem kalikên wan hêlan û em jî ketin nav vê berxwedanê.”

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) Ferîde Swido ji dibîje, “Em weke TAJÊ ji bo alîkarîdayina şervanên YBŞ û YJŞ’ê li vir amade ne. Me jî bi hemû dilxweşî û vîna xwe cilên leşkeri li ber xwe kirin û em alîkariyê didin şervanan û em amade ne ku her gavek şervan biavêjin, cihê wan bigirin û bi hev re serketinan bi dest bixin.”

Ferîde di dawiya axaftina xwe wiha bang dike: “Em bang li hemû keç û xortên Êzîdiyan dikin ku werin ser axa xwe û tevlî berxwedanê bibin.” 


AMARA TOLHILDAN / ROJNEWS / ŞENGAL