Her cara ku desilatdariya AKP’ê têngav dibe an dema dixwaze serê civaka Kurd tevlî hev bike lîderê PDK’ê Mesûd Barzanhi diçe Tirkiyeyê. Pirsgirêka herî bingehîn a Tirkiyeyê, pirsgirêka Kurd û şerê li dij têkoşîna azadiyê yê bi pêşengiya PKK’ê ye. Desilatdariya AKP’ê di şerê li dij PKK’ê de piştgirê herî mezin ji bo xwe PDK’ê dibîne. Ji ber vê yekê jî her cara ku li dij PKK’ê tengav bû, an dema ku desilatdarî kete reweşeke bêzar PDK û Barzanî ji bo xwe dike destek. Dewetkirina dawî ya Mesûd Barzanî ji bo Tirkiyeyê jî bi heman mabestê ye. 

Gelê Kurd ji ber redkirina Mutabaqata Dolmabahçeyê, tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd, tine hesibandina encamên hilbijartina 7’ê Hezîranê û ji 24’ê Tîrmehê vir ve meşandina şerê dijwar li dij Tevgera Azadiyê û gelê Kurd li hember desilatdariya AKP’ê û şêfê wê Tayyip Erdogan gelekî bi hêrs e. Şewitandin û rûxandina bajarên Kurdan, avêtina zîndana ya bi hezaran siyasetmedarên Kurd, girtina hevşaredar û parelementeran bûn sedem ku Kurd ji her dema dîroka komarê bêhtir li dij dewleta Tirk bibin xwedî hestên hêrsê. Desilatdariya AKP’ê dizane ku ev hêrs wê dawiya wê bîne. Ji ber vê yekê bi vexwendina Barzanî ya Tirkiyeyê re dixwaze zilma heta niha kiriye rewa û mîna tiştekî xwezayî nîşan bide û hêrsa Kurdan nerm bike. Li aliyê din dema dît ku Kurd wê di referandûma guhertina makezagonê de dengê ‘NA’ bikar bînin, bangî Barzanî kirin û xwestin bandorê li hin derdorên Kurd bikin û bi vê yekê re rêjeya dengê ‘ERÊ’ yên li Kurdistanê zêde bikin. 

 Tevî ku ji Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê hedefên bi vî rengî yên serdana Barzanî hene, li aliyê din guftûgo kirina ka bi PDK’ê re li dij Tevgera Azadiyê dikarin têkoşîneke çawa ya hevkar bimeşînin. Tê zanîn ku li dij PKK’ê MIT û rêxistina PDK’ê ya îstîxbaratê Parastin di nava hevkariyeke mezin de de ne. Ji qetilkirina Dr. Şivan ve tê zanîn ku her sal xabata hevbeş a MIT û Parastinê mezintir bû. Tê gotin ku di serdanê de; dema Tirkiyeyê operasyona derveyî sînor lidar bixe ka PDK wê di kîjan astê de destekê bide hatiye guftûgo kirin. Her wiha ji Şengalê derxistina gerîla jî hatiye rojevê. Ji xwe dema AKP û PDK tên gel hev her timî têkoşîna hevbeş a li dij PKK’ê bûye rojeva wan a yekemîn. Tirkiyeya ku bi dewletên wî serê cîhanê re têkiliyên xwe li ser bingehê dijberiya PKK’ê dimeşîne, ji xwe nabe ku têkiliyên bi PDK’ê re li ser bingehekî din bimeşîne. Ji xwe dinya tev dizane ku têkiliya Tirkiye-PDK li ser dijberiya PKK’ê hatiye avakirin. 

Çend salên dawî fitisandina Şoreşa Rojava jî li ajandaya PDK û Tirkiyeyê hatiye zêdekirin. PDK bi tirsa ku li Rojava PYD biser bikeve wê bandora wê ya siyasî kêm bibe dijminatiya Şoreşa Rojava dike. Di dema ku PDK digot “Li Rojava şoreş tune ye“ de hevkarên PDK’ê yên Rojava jî hewl didan PYD’ê terorîst bê îlan kirin. Berê PDK ji bo PKK’ê terorîst nîşan bide her şêwaz hewldan meşand, niha jî koma alîgirê PDK’ê ya bi navê ENKS ji hewl dide PYD’ê terorîst bide îlan kirin. Ev kom di vê mijarê de bi MIT û Tirkiyeyê re xebatên hevbeş dimeşînin. 

 PDK ciwanên ku ji Rojava reviyan Başûrê Kurdistanê bi pereyan kom kirin û çekdar kirin. Plan dikir van komên çekdar derbasî Rojava bike û şerekî navxweyî derxe, paşê jî vê yekê tevî Tirkiyeyê bixe hincet û Rojava dagir bike. Lê ev hesab neçû serî. Niha dixwaze van komên çekdar di ser Tirkiyeyê re bişîne Cerablûs û Babê û li wir wan li dij Şoreşa Rojava bide şerkirin. Tirkiye dixwaze ku tiştê bi xwe nikarîbû bi destê PDK’ê pêk bîne û van komên çekdar derxe dijberî Şoreşgerên Rojava û Hêzên Sûriyeya Demokratîk. 

 Tevî ku Mesût Barzanî ji ber dijberiya PKK, Şoreşa Rojava û Şengalê vexwendine Tirkiyeyê jî di çapemeniyê de ev serdan berovajî tê nîşandan. Mîna ku ziyareke ji bo xêra Kurda ye nîşan didin. Gelek derdor hewl didin armanca rastî ya serdanê bincilik bikin. Mîna ku Mesûd Barzanî ji bo çereserkirina pirsgirêka Kurd çûye Tirkiyeyê! Beriya niha di çapemeniyê de hatibû nîşandan ku Mesûd Barzanî xwestiya Selehaddîn Demirtaş ji girtîgehê were derxistin. Di dema serdanê de ji bo rûyê rastî yê serdana xwe ya Tirkiyeyê veşerê dibe ku tiştên bi vî rengî gotibin. Lê ya girîng tevahiya têkiliyên PDK û Tirkiyeyê û sedema bingehîn a vê serdanê ye. Divê hekes bizanibe; heger desilatdariya AKP’ê hevqas zilm li Bakûrê Kurdistanê dike, yek ji sedema vê ya girîng jî cesareta ji helwesta PDK’ê distînê ye. 

Tirkiye her cure zilmê li Kurdan dike; bi nîşandana têkiliya xwe ya bi PDK’ê re dibêje ez ne li dij Kurda me, tenê li dij PKK’ê me, tenê li dij yê destekê didin PKK’ê me. PDK jî helwesta wê erê dike. Li dewsa ku zilma Tirkiyeyê ya li dij Kurdan rexne bike, di her derfetê de li dij PKK’ê diaxife. Li Tirkiyeyê jî alîgirên PDK’ê li dewsa ku li dij dewleta Tirk û desilatdariya AKP’ê têbikoşin, kar û emelê wan mijûlbûna bi PKK, HDP, DTK re ye.

PDK bi helwesta xwe çareseriya pirsgirêka Kurd zehmettir dike. Destekê dide dewleta Tirk û desilatdariya AKP’ê ya polîtîkaya wêyî çareseriyê tune ye. Heger dewleta Tirk ji bo çereseriya pirsgirêka Kurd gavê navêje, yek ji sedema wê jî polîtîkayên PDK’ê yên AKP û dewleta Tirk rehet dike ne. 

Mesûd Barzanî pesnê Tayyip Erdogan ê bi fermana wî bi dehan gund şewintandin, bi deh hezaran mirov avêtin zîndanê, hevşaredar û parlementer girtin û her cure zilma li ser gelê Kurd tê meşandin dide. Ev pesindayin ji bo nîşandana karakterê vê têkiliyê û serdana dawî bes e û zêdeye jî.