
Endamên heyeta DBK’ê di hevdîtina roja sêşemê ya bi rayedarên Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê de daxwaz kiribûn ku weke nûnera fermî ya rojavayê Kurdistanê beşdarî Konferansa Cenevreyê bibin. Di hevdîtinê de rayedarên Rûsyayê jî aşkere kiribûn ku ew dixwazin DBK beşdarî konferansê bibe û ji bo bicîhanîna vê daxwazê jî hewldanên xwe gihandin encamê.
Di hevdîtinên heyeta Kurd ên li Moskovayê de daxwaziyên Kurdan û nêzîkatiya DBK’ê ya ji bo çareseriya aloziya li Sûriyeyê tê guftûgo kirin. Bi taybetî stratejiya DBK’ê ya çareseriya bi rêbazên demokratî, aştiyane û diyalogê ji aliyê rayedarên Rûsyayê ve bi kêfxweşî hatibû pêşwazî kirin.
Di civîna bilind de biryar hate dayin
Şêwirmend û cîgirê Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Mikaîl Begdanov ku bi heyeta DBK’ê re saetekî nîvê rûniştibû rojekê piştre ji bo beşdarbûna amadekariyê Konferansa Sûriyeyê derbasî Cenevreyê bû. Begdanov ku bi di çerçoveya amadekariyê konferansê de bi dîplometên DYA’yê û Neteweyên Yekbûyî re civiya nerînên DBK’ê yên ji bo çareseriya pirsgirêkê û daxwaziya beşdarbûna Konferansê anî rojevê. Li ser israra Rûsyayê heyetên DYA û NY’ê ji bo beşdariya Kurdan a konferansê îkna bûn û biryara vexweandina Kurdan a ji bo Konferansa Cenevreyê hate standin.
Çavkaniyên nêzî YPG’ê jî ev agahî piştrast kirin û ragihandin ku DYA û Rûsyayê Desteya Bilind a Kurd (DBK) weke nûnera rewa ya Kurdan qebûl kiriye û vexwendiye konferansê.
Serkeftina dîplomatîk e
Biryara vexwandina Desteya Bilind a Kurd (DBK) ya Koferansa Cenevreyê ji aliyê pisporan ve mîna serkeftineke diplomatîk a Kurdan hate binav kirin. Pispor di wê baweriyê de ne ku derfeta parvekirin nerîn û nasandina Kurdan wê derkeve û ev yek jî ji bo prestîja DBK û PYD’ê gelekî girîng e.
Di hate payin ku di miha Hezîranê de konferansa li Cenevreyê bê lidarxistin lê belê ji ber helwesta hêzên muxalefetê ev biryar neçû serî û tê payîn di Tîrmehê de konferans pêk were.
NAVENDA NÛÇEYAN
Li Dûma’yê hevdîtinan pêk tînin
Endamên Şandeya Desteya Bilind a Kurdistanê, ku li ser vexwendina Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov hatin Rûsyayê, danûstandinên xwe dewma dikin.
Hevdîtinên Şandeya Desteya Bilind a Kurdistanê yên li Moskowayê dewam dikin. Di vê çarçoveyê de Salih Muslim û Sînem Mûhamed li Dûmayê danûstandinan pêk tînin.
Endamên Şandeyê Salih Muslim Û Sînem Mûhamed bi endamê Dûmayê Aleksîs Mitrafanov re hatin cem hev. Di vê navberê de Berdevkê Şandeyê Ahmet Silêman, endamên şandeyê Îsmaîl Hemê û Siûd Mele hevdîtinên xwe temam kirin û pêr ji êvarî ji Moskowayê veqetiyan. Tê paşîn derbasî başûrê Kurdistanê bibin.
MOSKOWA