Şaredariya Agiriyê bi piştevaniya Navenda Çanda Mezopotamyayê avahiya çandê vekir û navê Navenda Çand û Hunerê ya Sema Yuce lê kir. Armanca navendê ew e ku xizmeta çandê bide ciwanan hemûyan û rê li bişaftin û jixwedûrketinê bigire. Dîsa bi vê navendê armanc ew e ku çanda herêmê zindî bike û hêzê bide çanda heremê. Li navenda çandê kursên tembûr, gîtar, folklor, dersên kurdî dest pê kir. 



Navenda pêşîgirtina li bişaftinê

Hevşaredara Agiriyê Mukaddes Kubilay destnîşan kir ku ji bo rê li pêşiya bişaftin û polîtîkayên taybet bigirin wan ev Navenda Çand û Hunerê ya Sema Yuce vekir û got: “Agirî di her alî de bê xwedî hatiye hiştin. Niha em hewl didin ku hemû aliyê kêm temam bikin. Heta niha têkildarî çand û hunerê tu xizmet nehatiye kirin. Ji ber vê yekê me pêdivî bi avakirina Navenda Çand û Hunerê dît. Ji ber ku Sema Yuce, ji bo Agirî û gelê kurd navekî sembol e, me navê Sema Yuce li vê navendê kir. Yuce di têkoşîna jinan de pêşengî kiriye. Li diji şer û bişaftinê hêzek e.” 



Gave pêşî di xizmeta hunerî de bi bavê Sema Yuce


Berpirsiyarê Navenda Çand û Hunerê ya Sema Yuce Omer Şahîn jî destnîşan kir ku heta niha li ser navê çand û hunerê tu tişt li Agiriyê nehatin kirin û Navenda Çand û Hunerê ya Sema Yuce ji bo wan pir bi wate û girîng e. Şahîn, anî ziman ku wan ev kêmasi li Agiriyê tespît kir û bi hevkariya Şaredariya Agirî û Navenda Çandê ya Mezopotamyayê Navenda Çandê ya Sema Yuce ava kir.  


 DÎHA/AGIRÎ