Dihat payîn ku pêş komcivîna dê sibe li Brûkselê dest pê bike, 440 mîlyar fona YE’yê ji bo piştgiriya Yewnanistanê hatibû veqetîn, bê zêdekirin. Lê belê pêş berzcivînê Angela Merkel bi gotina, ‘Ji bo berzcivînê tu kes-alî nekeve nav bernewariyan. Ji ber ku ji bo qeyrana darayî ya welatên Euro di nav de ye bê çareserkirin dê pêşniyareke surprîz dernekeve’ hêviyên ji civînê dihate çaverêkirin vala derxist. Li ser vê daxwiyaniya Merkel, Sarkozy ket dewrê û duh bi riya telefonê bi Merkel re hevdîtineke pêk anî. Lîderên her dû hêzên bingehîn ên Ewrûpayê dê îro li Berlînê hevdînekê pêk bînin.Li gor çapemeniya Frensî Sarkozy ji vê qeyrana dawî gelekî bêzar bûye. Rojnameya Frensî Le Canard Enchaine nivîsan ku hinek kesên nêzî Sarkozy wiha gotine: “Yûnanistan çi ji dest tê dike û gavên girîng jî avêtin. A kêm hevgirtin e, ev yek jî egoya Almanan rê nadê. Pêş civîna Desteya Wezîran jî Sarkozy jî ev yek wiha nirxandî; “Egoya Almanî tawanbar e û rê li ber vê qeyranê vedike.”
ANF/BERLÎN