Bayar got, "Heta niha feraseteke şaredarvaniya yek zimanî ku qet li rewşa pirzimanî ya Midyadê nayê, hat bikaranîn. Di dema me de wê xizmeta şaredariyê ya pir zimanî bê dayîn." Nazmeta Hevserokatiya Şaredariyê Fîlîş Işik jî da zanîn ku bi jinên Suryanî, Ereb-Mihelmî, Kurd û ji baweriyên cuda ewê Midyadê bikin bajarê jinê. Işik da xuyakirin ku ewê girîngiyê bidin tesmîlkariya wekhev a jin û gelan. Işik ragihand ku şaredariya Midyadê ev sê serdem in di destê Partiya Demokrat de ye û got, "Piştî ku di du salên vê dawiyê de şaredarê heyî yê ji Partiya Demokrat derbasî nava refên AKP'ê bû, hemû rêveberiya şaredariyê ket destê AKP'ê." Işik da zanîn ku di van serdeman de li Midyadê ti xebat nehatine kirin û got, "Şaredarî, bi taybetî li herêmên Kurd û Suryanî lê dijîn, polîtîkayeke cidî ya cihêkar dimeşîne. Bi ti awayî xizmetê nabe ji van herêman re. Xizmetê bi giranî dibe herêma Estel. Di dema AKP'ê de jî ev rewş neguherî."


Jin wê rola xwe bilîzin

Işik ragihand ku ba vê gavê li Midyadê li aliyê BDP'ê deng vedide û got, "Bi jinên Suryanî, Ereb û Kurd re emê Midyadê bikin navçeyeke ku jin di rêveberiyê de xwedî gotin e. Emê hewl bidin pirsgirêkên xwe bi hev re çareser bikin. Ji bo vê yekê jî emê malên jinan, navendên şêwirmendiyê yên jinan û qadên ku jin karibin lê pîşeyekî hîn bibe, vekin." Namzetên BDP'ê yên Hevserokatiya Şaredariya Midyadê Fîlîz Işik û Îlhan Bayar diyar kirin ku sîstema hevserokatiyê wê pêşî li jiyaneke demokratîk veke û ewê jî hewl bidin bi awayê herî serketî vê modelê bicih bînin.

DÎHA/MÊRDÎN