Platforma ku heyetek şand Başûrê Kurdistanê, li vir xebatên xwe berdewam dike, Endama platformê Reyhan Yalçindag dê ji bo ezmûna Bosna Hersekê biçe Bosnayê û 2 rojan li wir hin hevdîtinan pêk bîne û dê ji Neteweyên Yekbûyî (NY) bê xwestin ku bikeve nav tevgerê.
Aktîvîsta KJA’yê parêzer Reyhan Yalçindag dê di navber 9 û 10’ê hezîranê de li Bosna Hersekê bi tepartmana jinan a Neteweyên Yekbûyî (UN Woman) û Komîteya Mafên Mirovan a NY’yê re 2 rojan hevdîtinekî pêk bîne û dê der barê rewşa jinên Êzîdî de agahiyan bide. 



Roj bê hesab jî ji berpirsyaran bê pirsîn

Yalçindag diyar kir ku gelek jinên Bosnayê ji hêla leşkerên Sirp ve di wargehên penaberan de bi destdirêjiya zayendî re rû bi rû hatibûn hiştin û îşkence û bûyerên îstismarê ji hêla Dadgeha Cezayên Navneteweyî ve hesabên wan hatine pirsîn. Yalçindag aşkera kir ku ew di wê baweriyê de ne ku dê roj bê ev hesaba jî ji berpirsyaran bê pirsîn. Yalçindag der barên serlêdanên xwe yên li Bosna Hersekê de jî ev tişt anî ziman: “Em dê li wir axaftinekî pêşkeş bikin, di heman demê de em dê tecrûbeyê bi hev re parve bikin û yekitiya hêzê bidin avakirin. NY yek jî ji van berpirsiyaran e, nikare li buyeran temaşe bike.” Yalçindag peywîrên NY’yê yên li Saraybosnayê jî bi bîr xist û destnîşan kir ku divê ji rewşa temşekirinê xwe rizgar bike, divê kontrola xwe li ser dewletên berpirsiyar zêdetir bike. 


 DÎHA/AMED