Roj bi roj, bûyer bi bûyer, gav bi gav, bi pêşveçûnên holê, pergala berê hê ji hêza xwe wenda dike. Zelale ku pergala berê bêhêz û bê teqat dimîne. Wekî kalekî hîvdeh hîjdeh salî, ji xuyangê pê binêrî wek bihêz dixuyê, wekî ku desthilatdariya xwe heye û hê jî didome, lê di rastiyê de benda çongê qetiya ye êdî... Dest diavêje çi quretiyê çare nabe... Bêhna çilmisîbûn jê tê, diçilmise êdî pergala berê...
Wek tê zanîn, gava ku birîna mirov bixwire û hê biêşe êdî dema başbûyîna birînê ye. Gava ku reşahî hê zede dibe diyare ku êdî ronahî xwe nişan dide. Dema ku şer dijwariya xwe bilind dike û derînsanetî di her wadî de pêyda dibe êdî dema aşitî hatiye û derbas jî dibe. Gava ku bêdadî, zilm û îşkence serê xwe hildide ber bi jorê ve diçe, gava ku fişara civakekî bilind dibe û însanên wê civakê diteyîşîne, êdî dema guhertinê hatiye... Civak û pergalê ku em niha tê de jî her wisa ye...
Erê, pergala berê diçilmise, lê gelo di encamê de, çi û kîjan pergal û pergaleke bi çi rengî dê were şûnê û pêşbikeve ew hê ne diyar e.
Çend nîşane hene... Ji wan yek, paşverûtî ye... Paşverûtî, ne tene li ser axa me, temam li Rojhilata Navîn li cihê xwe dilive, axê û civakê dihejîne, ala tirsê û hovîtiyê bilind dike, li hin ciyan bi hilbijartinan, li hin ciyan bi zor û şîdetê ve hukma xwe datîne. Ev pergal, bi tu awayî nikare bi serkeve. Ne bi xwestek, berevajî bi rewşên dîrokî, bi şert û mercên ku însanetî niha tê de, bi van sedeman nikare bi serkeve.
Yeka din, nîşaneya din, tamîrandina pergala berê, ango hinekî ji wêde virde ji koşe û quncikê ve xweşkirina pergala berê, ew jî êdî li ser vê axê nerazîbûnê ve, bêzarbûnê ve biheciyaye, êdî ne desthilatdarên ev pergala hanê ji îmkana xwe diterkînin ne jî civakê nû destur dide vê yekê.
Ji ber van sedeman, guherandina rewşê, dê sedî sed tundraw û radîkal be. Ew jî, pergaleke nû ye, sîstemeke nû ye. Ev pergal, ne wekî pergala Sovyetan e jî... Belê pergala Sovyetiyan di deme xwe de nû bû, ji bo hemû mirovahiyê hêviyên nû ve barkirî bû, lê ew pergal tene li ser hevqetandina çînî, li ser dijberbûniya çînî xwe damezirandîbû, beşa civakên ku niha jî nayên dîtin ewana nedidît, çandan, cinsan, olan, netewan û ji hemû dewlemendiya civakê re çavê xwe girtî bû, êdî ew dem jî emrê xwe qedand û pergalê ku niha were, ji dîroka însanetî heta niha çi ceribandina hevjiyanê heye bi xwe re wek rêzek dihesibîne. Rêz digire, nirx dide, qîmet dide, cih dide, ji hemû ol, netew, çîn, çand û xwezayê re bihurmet tevdigere, ev jî na, ked dide hemû van yekan. Ango pergala nû, pergala kedê û daneheviya hemû mirovahî û hemû dîrok e. Derfeteke din nîn e, ewê serbikeve. Li Tirkiyê jî her wisa, çi ku nîşane yê şînahiya vê yekê li Rojava ya Kurdistan êdî carek xwe biriqand. Paşvegerîn êdî ne mimkûn e...