Li konbajarên ji bo xelkê Kobaniyê xebatên çandî, perwerde û hunerî didomin. Bi hewldana Navenda Çand û Hunerê ya Amara a Şaredariya Pirsûsê, Mala Çand û Hunerê ya Delîla hat vekirin û dersên muzîk, şano û folklorê tên dayîn. Ji bo kêmasiya zarokan a ensturmanan çareser bibe kampanya hat destpêkirin û hunermend Ferhat Tunç piştgirî da kampanyayê û got ku divê hemû hunermend enstrumanan bişînin konbajaran.


Zarok wê bi erbaneyên xwe bikevin Kobaniya azad
Erhan Baybekan ku perwerdekar e li mala çand û hunerê ya Delîla a konbajarê Arîn Mîrxan, diyar kir ku ji bo zarok psîkolojiya şer ji ser xwe bavêjin, elaqeyeke mezin nîşanî kursa muzîkê didin û wiha dewam kir: “Ji ber ku enstruman tinene, em heta deverekê zarokan perwerde dikin xwendekaran. Niha 90 zarokî serî li kursa erbaneyê daye, lê bi tenê 24 erbaneyên me hene. Di vê mijarê de hewcedariya me bi hunermendên me heye. Xeyala me ev e ku dema Kobanê azad bû em ê bi hewaya cejnê bi erbaneyan bikevin bajêr. Em bang welatî û hunermendan dikin ku enstrumanan bişînin.”

Hunermend Ferhat Tunç got, ew ê piştgiriyê bide kampanyayê û bang li hemû hunermendan kir ku ew jî piştgiriyê bidin ciwanên Kobanê û ji bo hunera xwe pêk bînin bila alîkariya enstrumanan bikin.

DÎHA / RIHA