Kurdistanî û dostên wan li her derê dinyayê çalakiyên xwedîderketina li Rojava dewam dikin. Çalakiyên herî girseyî jî nexasim li Ewrûpayê ne. Doh û pêr li bajarên Elmanyayê Hannover, Berlîn, Nurnberg Stuttgart, li bajarên Fransayê parîs, marsîlya, li bajarên Ingilîstan û Skoçayayê Edinburg, Londonê, li bajarê Swêdê Stockholmê, li Vatikanê li Floransaya Îtalyayê û gelek deverên din çalakî hebûn.
Çalakiya herî girseyî li Londonê bû.
London: Bi hezanan kesî li Londonê êrişên qirker û dagirker ên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kir. Di çalakiyê de peyama ‘Em ê li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin, faşîzmê têk bibin” hate dayîn.
Girse bi pêşengiya Meclîsa Gel, Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk û Boycott Turkey li pêşiya avahiya BBC´yê ya Londonê civiya. Malbatên Costa Scarfield, Anna Campbelle û Jack Holmes û înternasyonalîst jî di çalakiyê de hazir bûn.
girse ji vir ber bi parlamenê ve meşiya û li axaftin hatin kirin.
Parlamentera Parlamena Ewrûpayê Julia Ward li vir got, şervanên Kurd ên li Rojava sûdeke mezin dane rûmeta mirovahiyê: “Em bi hêza xwe hemûyî li dijî vê dagirkeriyê ne.”
Dayika şervanê YPG’ê Costa Scarfield, Vasik Scarfield, bavê şervana YPG’ê Anna Campbelle, Dirk Campbelle, dosta Kurd Margaret Oven û rojnamevan Steve Sweeney û Mark Campbelle jî axivîn.
Hannover: Kurdistanî tevî dostên xwe dîsa li meydanan bûn. Çalakgeran bi pankart û afîşan bal kişand ser dagirkeriyê û bikaranîna çekên kîmyewî şermezar kir. Ji çalakgeran Bastian Strober nerazîbûn nîşanî bazara navneteweyî da û got, Kurd wê bi hêza xwe bi ser bikevin.
Edinburgh: Li paytexta Skoçyayê Kurdistanî tevî dostên xwe daketin meydanan û êrişên dagirkeriyê yên li dijî Rojava şermezar kirin. Çalakî li ber Scottish Nationalê pêk hat.
Marsîlya: Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger di çarçoveya pêngava ‘Nehêle’ de li dijî dagirkeriya Tirk çalakiyek kir. Li Marsîlyayê di maça futbolê ya tîma Strasbourgê de, ciwanan li trîbunan pankarta bi nivîsa “Tu jî ji bo Rojava rabe ser piyan” hilda. Çalakgeran piştî maçê meşeke protestoyî kir.
Stockholm: Komek Kurdistanî û dostên wan li Balafirgeha Arland a nêzî paytexta Swêdê Stockholmê, êrişa qirker a dewleta Tirk a li dijî Rojava protesto kir.
Vatîkan: Komek Kurd û dostên wan ên Îtalî ji bo balê bikişînin ser berxwedana Rojava, çalakiyek kir.
Berlîn: Kurdistaniyên li HBF a Berlînê kom bûn, êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk û çeteyên wê bi çalakiyeke bêdeng protesto kir.
Parîs: Kurdistaniyên li paytexta Fransayê Parîsê, dagirkeriya Tirk protesto kir. Di çalakiya bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger de li Gare du Nordê dirûşma ‘Kujer dewleta Tirk, ji Rojava bicehenime’ hate gotin.
NAVENDA NÛÇEYAN