Dehaq kî ye, kî nine, kesekî wiha jiyaye, yan nejiyaye, bi dîtina min ne girîng e. Giringiya wî ew e ku ew kuştin, zulim, xwînxwarî, cinawirî û despotîzmê sembolîze dike. Di diroka gelek gelan de sembolên despotîzmê yên bi vî awayî hene, lê ev despotê di dîroka me de mejiyê ciwanan jî dimije, hê ji hemû despotan wêdetir e. Gelê me di vê roja me de jî, di bin heman zulm, tîranî û despotîzmê de ye.
Dehaqê mîtolojîk, wek karekter; her kesî qûl, kole û di xizmete xwe de dibîne, fehş û bi kîbîr e, tenê bi xwe bawer e. Dema fermana wî neyê cih, her tiştî diruxîne û disoje. Xwe di karektera hêzek xwedayî de dibîne. Bala xwe baş bidin kesayetiya Dehaqê di nava cubeyê kesk de, navê vî dehaqê niha Erdogan be, Fetullah be jî, firq nake, her du jî xwedanê heman karekterî ne.
Rast di navbera gotinên Dehaq ku wiha ye: “Marên (birîn) min re mejiyê ciwanan bînin! Mejîî!“ Û gotinên Dehaqê di nava cubeyê kesk de ku wiha gotibû: “Jin jî be, zarok jî be, çi tiştê ji hêzên min ên ewlekariyê tê xwestin, dê li hemberê wan pêk bîne!“ Fetullah jî wiha gotibû: 500 kes be 50 000 kes be, dorpêç bikin û bikujin!“ de çi cudahî hene?
Dema celadên Dehaq mejiyên ciwanan danî û dida Dehaq. Dehaq digot: “Sipas ji we re şêrên min, ha wisa, marên min bê mejî nehêlin!“ Li pey qetlîama 34 ciwanên Kurd yên li Roboskîyê. Dehaqê bi cubeyê kesk jî gotibû: “Ez ji bo fermandarên xwe sipas dikim û wan pîroz dikim ku wan erkên xwe bê kêmasî pêk anîne!“ Rast ma ne heman gotin in? Dehaqê nav padîşah, Dehaqê serokwzîr ku xwe di rola padîşah de dibîne, ne heman karekter û giyan in?
Dehaqê berê ji bo bac û civandina mejiyê ciwanan gund û bajar tevlihev dikir. Dehaqê di pêvajoyekê dîrokê de nav Tîmûrlengê ku kalikê Dehaqê bi cubê kesk bû, xaka Kurdistan tev di nav êgir de sotibû. Lema jî gorbihuşt Meleyê Cizirî di derbarê wî de wiha nivisiye “Sef Sef me dîn Hindî û Zeng / Cengîz hat Tîmûrîleng / …. / Xwîn tê teşbîhî av…“
Dehaqê di 12 rezberê de nav Kenan bû jî, berê xwe dabû ciwanan, xwîna ciwanan dimît. Li zîndana Amedê “xwîn diherikî teşbîhî av“ Li dij wê xwîna ku dihat mîtin, Kawayê hemdem û hevrêyên wî M. Xeyrî û Kemal Pîran bes gotibûn. Mirin û Dehaqên mirin layîqê gelê me dîtibûn, ji xwe û berxwedana xwe tirsandibûn.
Di salên nodî de Dehaq zayend guherand vê carê wek Dehaqeke jîn a nav Tansu bi tevê sercelat general Gureş derketibû pêş. Listeyên kuştina ciwanan didan destên celatên xwe yên bi îmana fetullahî, avahîyê rojnameyan diruxandin. Lê berxwedana Kawayan, berxwedana zarokên Rustemê Zal kelahên vê xwînxwariyê diruxandin.
Dîrok û dem herikî, lê giyana Dehaq her li pay hev, li gor deme cil û kinc guherîn. Vê carê jî cubeyê kesk yê sabatîstê li Amêrîqayê li xwe kir. Geh li Wanê geh li Şirnaxê, geh li Geliyê Teyarê bê navber xwîn mijiyan. Her zik werimî, stû qalin bû, hê bêtir xwîn xwest.
Roja 14 Tîrmehê, li vê roja pîroz dîsa behna xwîna Kurdan xwe dabû Enqerî, Tanca vampîran tizkiribû, lema hatin bi qedexeyan. Hemû seyên xwe yên har li ser serê amediyan civandin. Li ber çavên cihana ji ber berjewendiyan li benda xwînê bûn, wek bi taya tîbûna xwînê ketibin, êrişkirin. Bi tonan gaz ji bo aboriya rojavayîyên di pusiya berjewendiyê de bûn, reşand ser kulîlkên azadiyê. Tenê xwîn dixwast in, xwîn! Xwîna ciwanan.
Ma ha gaza xerdala Saddam, ha ev gaza li dij gelê me yê li Amadê hatî bikaranîn, çi cudahî heye? Wê bandora wê ya li ser tendûristiya mirovan, li ser cenîna di hemla dayîkan de çi be? Ew hovitî li ser derûniya zarokên bê hay, çi tehrîbatê pêk bîne? Ma ev giyana Dehaqê bi cubeyê kesk ê ku ev gaz daye bikaranîn, hê ji Dehaqê mîtolojîk ne xirabtir e?
Wekî kolomnistê Redîkalê jî di nvisa xwe ya 15 Tîrmehê de nivisiye: “Serokwezîrê pozbilind, nayê zanîn, ka ji ber lêvedana rojê ye, çi ye; bi îfadeyeke zalîmane wê tabloya li wê cihê werdigire!“ Ha bi vî awayî, Dehaqê bi cubeyê kesk bi xwe li rojava, bi bercavikên mafyayî, bi şêweyê vampîrên di fîlman de, tabloyeke masûm û rastiya xwe veşartinê, di nava civakê de xuya dike, xwe nîşan da û bi mînaka “Eyşik e, bi xwe şik e!“ êrişê gelê Kurd û tevgera Kurd kir.
Mirov bi kîjan hêlê ve li rastiya zor û kotek, xwînxwarî û kujeriya vî Dehaqê bi cubeyê kesk, ku bi fermana pîrê xwe ye mîna qotê dojehê li Pansilwanniyayê fetwayê xwînmîtinê bi rê dike, dibîne ku ew ketiye pêsîra gelê me û belengazan, hîç ji xwînê têrnae, mirov di kîjan pozisyonê de lê dinêre, binêre, tu cudahiyeke di navbera wî û Dehaqê wek semboleke kelaha zulmê di mîtolojiyan de dijî, nabîne. Bes metodên xwînxwariyê hê nûjentir bûne.
Li hemberê Dehaqan serî hildan, Dehaqan ji ser xaka xwe qewitandin, erkeke herî pîroz û bi rûmet e. Hemû gelan Dehaqên li ser xakên xwe qewitandine. Divê em jî vî Dehaqê bi cubeyê kesk ji ser xaka xwe biqewitînin.
Dehaqê bi cubeyê kesk