Dêjîn a ciwan: Ti cih ji bo sponsoriya konseran bike, nîne. Ji bo vê, em ê konseran bi xwe amade bikin. Bavê min gelek alîkariyê dide min. Ez dixwazim piştî min xwendina xwe temam kir, bibim mamoste. Dixwazim jinên ciwan fêrî vê amûrê bikim.

Xwendekarek jin a li peymangeha Hunerê Ciwan a Silêmaniyê, yekem jin e ku li herêma Kurdistanê dest bi lêdana amûra kontrabasê (Contrabass) kiriye. Heta niha di gelek konseran de vê jina ciwan a bi navê Dêjîn Cezaî li amûra kontrabasê daye. Jina ciwan diyar dike ku ew dixwaze piştî zanîngehê bibe mamoste û jinên ciwan fêrî lêxistina amûra kontrabasê bike.

Jina ciwan a Dêjîn Cezaî ya 20 salî, li bajarê Elmanyayê Kolnê ji dayîk bûye. Dibistana xwe ya seretayî li Elmanyayê temam kiriye. Lê ev 7 sal in ku malbata wê vegeriyaye herêma Kurdistaneê Ew jî li bajarê Silêmaniyê xwendina xwe dewam dike. Dêjîn niha li beşa muzîkê ya peymangeha Hunerên Ciwan ya bajarê Silêmaniyê dixwîne û li amûra kontrabasê dide. Amûra kontrabasê jî weke amûrên din ên bi kevanê, yên weke keman, çelo û gelek amûrên din yên mûzîkê ye.

Dêjîn, despêkê dixwest beşê orkestrayê bixwîne. Lê ev yek ji bo wê ne guncaw bû. Ji bo vê wê biryar da ku fêrî lêdana amûra kontrabasê bibe.

Dengekî temamker e

Kontrabas yek ji amûrên herî mezin yên muzîkê ye. Ji ber bilindahiya amûrê, her kes nikare vê amûra muzîkê bi kar bîne. Jina ciwan Dêjîn bixwe dikare bi rehetî vê amûrê bi kar bîne. Dêjîn diyar dike ku gelek kesan ji wê re gotiye, ev amûra muzîkê li gorî bilindahiya bejna wê hatiye çêkirin, ji bo vê pirsgirêk jê re çênebûye.

Herçî kontrabas e, nabe mirov rûniştî lêbide, pêwîst e kesê li vê amûrê bide, hertim li ser piyan be. Amûra kontrabasê temamkera amûra gîtar, çelo û kemanê ye. Yanî bi tena serê xwe notayeke tenê dernaxe. Ji bo vê, bi giştî li konsêrên muzîkê tê bikaranîn. Ji ber ku dengekî xweş derdixe û bi amûrên din re dengekî din yê ciwan derdixe holê.

Xewna wê mamostetî ye

Dêjîn Cezaî, niha li hola hûnerî ya bajarê Silêmaniyê, bi hevalên xwe re amadekariyan dike. Dêjîn ji bo tevlî festîvaleke taybet bibe, xwe amade dike. Dêjîn dibêje; “Ti cih ji bo sponsoriya konseran bike, nîne. Ji bo vê, em ê konseran bi xwe amade bikin. Bavê min gelek alîkariyê dide min. Dema ku em diçin konserekê jî bavê min bi min re dibe alîkar. Ez bi koma Lawan a Silêmaniyê re tevlî konsera hunermend Hanî bûm. Ez dixwazim piştî min xwendina xwe temam kir, bibim mamoste. Dixwazim jinên ciwan fêrî vê amûrê bikim.”

Dilê mirov hebe astengî nîne

Dêjîn di dawiyê de jî ji bo ku jinên ciwan teşwîqî muzîkê û fêrbûna amûrên muzîkê bike, dibêje; “Heger mirov bixwaze fêr bibe, tiştek nabe asteng. Ti cudahî di navbera jin û zilaman de nîne. Ji ber ku jin dikarin hemû karan bikin û pêwîst nake em xwe biçûk bibînin û bitirsin. Jinan her tim pêşengiya hemû karan kiriye.”

 

ROJNEWS / SILÊMANÎ