Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK’ê, der barê pêvajoya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û gavên ji bo dewama pêvajoyê de, deklarasyona xwe aşkera kir.
KCK’ê sê daxwazên bingehîn ên Kurdan xist rêzê û got, “Heta ku ev her sê daxwazên bingehîn neyên bersivdandin, kes nikare behsa bidawîbûna asîmîlasyon û înkarê û qirkirina çandî bike. Di rewşeke bi vî rengî de encax behsa dewama înkar, asîmîlasyon û qirkirina çandî ya di şertên nû de bê kirin.”
KCK’ê da xuyakirin ku pêvajoya çareseriya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin ji bo dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê şans û firsendeke dîrokî ye û got, “Lê belê bi xoyratî nêzî vê şansê dibin. Eger diyalektîk û pêwistiyên çareseriya pirsgirêka Kurd bicih neyên anîn, di helwesta îro de bê israrkirin yan jî bixwazin helwesta îro bi awayekî cuda bidomînin, tevgera me dê vê binirxîne, di çarçoveya xeta me ya teorîk û paradîgmaya me de, dê jiyana azad û demokratîk bi vîna xwe, hêza xwe û rê û rêbazên nû pêk bîne. Dewamî yan jî bidawîbûna agirbestê, rê û rêbazên ji niha û pê ve yên tevgera me, dê bi helwesta hikûmeta AKP û dewleta Tirk a rojên pêş ve girêdayî be.”

3 daxwaziyên bingehîn

Di deklarasyona KCK’ê de daxwazên bingehîn ên Kurdan bi sê xalan hatin aşkere kirin û hate destnîşan kirin ku heta ev xal bicîh neyên û mafê bingehîn ên Kurdan neyên naskirin û misogerkirin nikare qala çareseriyê were kirin.
Daxwaziyên KCK’ê bi van sê xalan hatin formule kirin:
“Di çaraseriya pirsgirêka kurd de ev daxwaz  heta bicîh neyên çi tiştê ku were kirin wê bê wate be. Ev her sê daxwaz mîna paremetreyane û yekser bi hev re girêdayî ne. Lewra jî hevû din temam  dikin. Li gor vê yekê.
1- Xistina bin misogeriya makezagonê û qanûnan ya hebûn, nasname û çanda Kurdî, naskirina mafê azadiya raman û rêxistinbûyîna bi nasnameya Kurdî.
2- Şertê mîna civak qebûlkirina Kurdan di rêveberiya xweser yanî bi qebûlkirina Xweseriya Demokratîk mumkun dibe.
3-  Ji ber ku Kurd weke gelekî tê xwestin bi tevkujiya çandî werin tinekirin divê di her astê de mafê perwerdeya zimanê zikmakî ji bo wan were qebûl kirin.
Ev her sê xal daxwaziyên jêneger ê gelê Kurd in. Heta ev neyên pêşwazî kirin nikare were gotin ku dawî li polîtîkaya tinekirin û înkarê hatiye. “
Di daxuyaniyê de her wiha hate destnîşan kirin ku naverok û formûlekirina van xalên ku dawazên bingehîn yên gelê Kurd dikare di encama muzakereyan de dikare pêk were. Her wiha rêveçûna pêvajoyê û pêşketinên werin rojevê bi giştî KCK’ê bi helwest û nêzîbûna AKP’ê ya ji bo van daxwazan û Rêberê Gelê Kurd ve girê da û hate destnîşan kirin ku aliyê Kurd alîgirê bijarka têkoşîn û çereseriya siyasî ye.

ANF/BEHDÎNAN