Bi hatina biharê re li Kurdistanê jiyana çandî û rewşenbîrî geştir bû. Di gel hemû êrîşên dagirkeran, di warê çandî, hunerî û rewşenbîrî de di serî de li Amedê, li gelek bajarên bakurê Kurdistanê çalakiyên cur bi cur têne lidarxistin.
Rayedarên dewletê di dil xwe de dibêjin, “Me kes li derve nehişt û lewma jî kesî ku xebatan bimeşîne nemaye.” Lê kar û barên ku têne kirin, tiştekî din nîşan didin. Bo nimûne berî du hefteyan li Amedê mîhrîcana şanoyê hebû,di vê mîhrîcanê de kesên ku deqên şanoyê bi Kurdî nivîsandibûn xelat wergirtin. Li gorî amadekarên pêşbaziyê bi dehan deqên şanoyê beşdarî pêşbaziyê bûn, ji van çend heban xelat wergirt. Di nav kesên xelat wergirtî de kesên ji başûr jî hebûn. Her wiha komên ji parçeyên din ên Kurdistanê beşdarî mîhrîcana şanoyê jî bûn. Berî çend salan di xebatên wiha de giraniya zimanê tirkî berbiçav bû. Lê êdî rewş guheriye, xebatên çandî û hunerî bi gelemperî bi Kurdî ne. Tiştê ku mirov pê kêfxweş dibe ev e ku beşdariya gel a di van çalakiyan de jî pir zêde bûye. Li gorî nûçeyekê 8 hezar kesî li lîstikên Kurdî temaşe kiriye.
Demekê li Amedê û bajarên din ên Kurdan mîhrîcanên giştî di rewacê de bûn. Beşdarên van mîhrîcanan jî bi gelemperî stranbêj û wêjekarên tirk bûn. Niha êdî ev rewş jî guheriye. Êdî dem dema komxebatan e. Serdema komxebatan bi avabûna KCD’ê dest pê kir. Niha KCD komxebatên xwe yên di warên siyasî, aborî û civakî û hwd. de didomîne. Hefteya çûyî der barê aborî û xweseriya demokratîk de komxebatek pêk hat, vê hefteyê dê der barê naverok û rêgezên xweseriya demokratîk de komxebatek li dar bikeve. Rojên 19 û 20’ê îcar der barê ziman û perwerdehiya bi zimanê dayikê de tê lidarxistin.
Di çalakiyên rewşenbîrî de aliyekî din ê girîng jî beşdariya çalak a saziyên sivîl û civakî ye. Êdî saziyên sivîl civakî û pîşeyî bi xwe jî çalakiyên bi vî rengî li dar dixin. Bo nimûne bijîşkên Kurd ev çend sal in Rojên Tenduristiyê yên Mezopotamyayê li dar dixin. Di vê çalakiyê de xebata pêkanîn û têkûzkirina têgehên tenduristiyê tê kirin. Bijîşkên ji çar parçeyên Kurdistanê û welatên cur bi cur ên cîhanê di warê tenduristiyê de gotaran pêşkêş dikin, gelek gotar ji van bi Kurdî ne. Piştî bijîşkên Kurd endazyarên Kurd jî dest avêt xebata geşkirina têgehên pîşeyî.
Şaxa Amedê ya Jûrên Avahîsaz û Endazyaran bi hevkariya TZPKurdî li Amedê “Komxebata Zaravên Teknîkî” li dar dixe. Pîşekar û zimanzanên ji çar parçeyên Kurdistanê dê 4 rojan li têgehên teknîkê xebatekê bikin. Encama komxebatê dê di 15’ê gulanê ango Cejna Zimanê Kurdî de bo raya giştî were ragihandin.
A rast ev xebat ne tenê ji ber ku ji êrîşên dagirkeran re dibin bersiv girîng in, her wiha bi van xebatan têkoşîn geştir û rengîntir dibe. Tiştê herî girîng ev e ku êdî barê têkoşînê bi tenê li ser aktorên siyasî namîne, saziyên sivîl ên civakî û çandî jî dest xwe dikin bin bar.
Nîşaneyeke din a geşbûn û rengînbûna têkoşîna azadiya gelê Kurd, zêdebûna hejmara pirtûkên Kurdî ye. Hejmara weşanxaneya Kurdî her ku diçe zêdetir dibe û bi vê yekê ve girêdayî hejmara pirtûkên Kurdî jî zêdetir dibe. Wisa xuya dike ku êdî gelê Kurd dê di hemû qadên jiyanê de xwe birêxistin bike û çarenûsa xwe bi destên diyar bike.