Tûreşk (bi latînî: Rubus sectio Rubus e ji koma Rubus caesus, bi Kurdî jê re jî dibêjin tûdirik, trîreşk, dirîreşk, dirînermk, temeşk, dendûreşk û cinisrî), navê fêkiyeke hejikên deviyan e. Fêkiyên wê sor an reş in. Bi xavî tên xwarin yan wekî marmelad (rîçal) tê bikaranîn. Ji aliyê mîneralên bikêr ve gelek dewlemend e. Li her deverê Kurdistanê bi navekê tê binavkirin, lewra gelek cureyên wê hene.
Li Ewropa, bakurê Afrîka, Asya û bakurê Amerîkayê gelek e. Hejikên wê bi qasî 0,5 - 3 m dirêj dibin. Xwe li daran û dîwaran jî dipêçin. Kîjan fêkiyên wê berê heşîn bûne, ew berê reş dibin, heya payîzê jî dimînin. Li Kurdistanê ji xeynî rîçalê, şirûba wê jî tê çêkirin, ji ber ku ji liyê vîtamînan ve dewlemend e, didin nexweşan jî. Di şîrînahiyan de tê bikaranîn.
Ji nexweşiyan re derman e
Trîreşk dîsa ji ber ku di aliyê vîtamîna B de jî dewlemend in li dijî nexweşiya pençeşêrê jî dermanê herî baş e. Trîreşk ji ber vîtamînên A û C li dijî bakterî û vîrûsên pençeşêrê maddeyên antikanserojen, antioksidant di nava xwe de dihewîne û rageşiya li dijî nexweşiyan zêde dike.
Li Kurdistanê her sal di dawiya demsala havînê û destpêka payizê de komkirina trîreşkan dest pê dike. Bi taybetî li herêma çiyayî ku dehl, rez, devî û daristanên wê zêde ne, trîreşk zêde çêdibe.
DÎHA/AMED