Di vekirinê de Namzetên HDP’ê yên Amedê, hevserokên DBP, HDP’ê, nûnerên DEM-GENÇ’ê, Dayikên Aşitîyê û bi sedan welatî amade bûn. Li vê derê li ser navê DEM-GENÇ’ê Cîhan Gunerî axivî û got: “Devlet, dixwaze hemî çalakîyên ciwanan wekî dijzagonî nişan bide û li ser ciwanan zordarîyê pêş bixe. Em di bin serbana DEM-GENÇ’ê da hatin cem hev û li hember êrîşên pergalê, parastina xwe bikin. Gunerî bal kişand ser kampanyaya ku DEM-GENÇ’ê destpê kirîye û wiha axivî: “Ciwan wê bi kampanyaya ‘Xwedî derkeve’ li axa xwe, çanda xwe, zimanê xwe û dengê xwedî derkeve.”
DÎHA/AMED