Nûnera Înîsîyatîfa Azadî ji Ocalan re Havîn Guneşer got, dema azadiya Ocalan hatiye, “Li tevahiya cihanê ji bo azadiya Ocalan me 10 milyon îmze kom kirin”, û bang kir ku her kes ji bo vê bixebite.

Kampanyaya global ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiribû, li Brûkselê bi civîneke çapemeniyê kete qonaxeke nû. Li gorî daxuyaniya kampanyayê, 2 salên li pêşiya me wê azadiya Ocalan bibe rojev.

Kapmanyaya Navneteweyî ya ji Ocalan re azadî, li Brukselê, li Klûba Çapemeniyê ya Ewrûpayê daxuyaniyek da çapemeniyê. Ji Ingilîstan, Îtalya û welatê Baskê mirovên navdar beşdarî civînê bûn. Beriya civîna çapemeniyê, nûnera Însîyatîva ji Abdullah Ocalan Azadî, ji Kurdistanê re Aştî, Havîn Guneşer got, “Em kampanyaya ku ji bo Ocalan dest pê kiriye, tînin qonaxeke nû”. Guneşer got, îsal û sala bê, ew ê misêwa ji bo azadiya Ocalan çalakiyan bikin.

Guneşer di dema daxuyaniyê de got, “Êdî  dem e ji bo azadiya Ocalan. Em bawer dikin ku ji bo aştiya Tirkiyeyê û Rojhilata  Navîn êdî dem e. Başbûna rewşa girtîbûnê ya Ocalan her wiha wê were maneya başbûna rewşa Kurdan a li Tirkiyê û rê li ber wê yekê veke ku rêya aştiyê zexm bibe.”

Me 10 milyon îmze kom kirin

Guneşer got, ew ê kampanyaya îmzeyan ku ji bo azadiya Ocalan ev 2 sal in li qada navneteweyî didomînin, bînin qonaxeke nû û wiha dewam kir: “Li tevahiya cihanê ji bo azadiya Ocalan me 10 milyon îmze kom kirin”. Guneşer got, dema azadiya Ocalan hatiye û bang kir ku her kes ji bo vê zend û bendan vemale.

Ji bo hevrê Ocalan li vir im

Arnaldo Otegî Koordînatorê giştî yê Kaolîsyona Baskê Euskal Herrîa Bîldu ye ku serxwebûnê ji bo Welatê Baskê re dixwaze. Wî jî got, “Ez ji bo ku desteka jin û mêrên tevgera serxwebûnxwaz a ji hevrê Abdullah Ocalan re nîşan bidim, li vir im.”

Otegî bi bîr xist ku ew jî 14 salan li girtîgehê maye û got, “Em bi vê dizanin; tecrîdkirina Ocalan ne cezakirina Ocalan, rêbaza cezakirina Kurdan e.

Em careke dî bang li civaka navnetewî dikin ku xwe tevlî vî karî bikin û çareseriya pirsa Kurd teşwîq bikin.”

Durham Miners got heta Ocalan azad bibe

Nûnere sendîkaya Durham Miners Association ya Meliktiya Yekbûyî, Joseph Whitworth desteka li kampanyaya ji Ocalan re azadî nîşan da û xalên hevpar ê têkoşîna Kurdan û bindestan destnîşan kir. Vê sendîkayê îsal mezintirîn festîvala karkeran a li Ingilîstanê diyarê Ocalan kiribû. Whitworth got, “Heta ku Kurd xwe bi rê ve bibin û Ocalan azad bibe, em ê desteka xwe bidomînin.”

Jiyana bihevre û Ocalan

Endamê Meclîsa Şaredariya Napolî, ya ji Dema Partyê, Eleonar De Majo, got, ew bi rengê nûnerê fermî yê şaredariyê hazir e, diyar kir ku bajarê Napolî piştgirê têkoşîna azadî û demokrasiyê ya Kurdan e û her wiha ‘heyran’ê Kurdan e û got, ev 20 sal in “bi  rengekî neheq û di şertên derî însanî de” Ocalan tê girtin.

De Majo got divê Ewrûpa nîşan bide ku di serî de li ber Tirkiyeyê, li ber welatên ne Ewrûpî serê xwe natewîne û ji bo ku mafê Kurdan bi muzakereyan were naskirin zextê bike. Wê her wiha bang li saziyên Ewrûpî jî kir ku li dijî ‘veguherîna faşîst’ a dewleta Tirk dema wê hatiye ku di têkoşînê de yekdengî û biryardarî hebe.

Destekkerên kampanyayê

Gelek rewşenbîr, siyasetvan, sendîkayên ku bi milyonan endamên wê hene destekê didin kampanyayê. Di nav destekkeran de xelatgira Nobela Aştiyê Maîread Maguîre, Noam Chomsky, Serokkomarê Berê yê Tîmora Rojhilat û xelatgirê Nobeta Aştiyê Jose Raman-Horta, Prof Angela Davîs, Serkpsîkoposê xelatgirê Nobela Aştiyê yê ji Efrîkaya Başûr Desmond Tutu, lîderê Îrlandaya Bakur Gerry Adams, lîderê Baskî Arnoldo Otegî, sendîkaya Ingilîz û Îrlanda Unîte the Unîon, sendîkaya giştî ya Meliktiya Yekbûyî GMB û her wiha sendîkaya Ingilîz Durham Miners Association jî hene.

 

BRUKSEL