Hevserokê Konseya Kurd a Demokratîk li Fransayê Rustem Ozay da xuyakirin ku hemû amadekariyên wan qediyane û bang li hemû hilbijêrên li Fransayê kir, ku dengê xwe bidin HDP'ê. Ozay anî ziman ku li Fransayê wê li 6 navendên Parîs, Marsîlya, Bordeaûx, Lyon, Strasboûrg û Nantesê deng werin bikaranîn û raighand ku wan li hemû komeleyan maseyên krîzê ava kirin, her roj wê 4-5 kes li van maseyan wezîfeyê bikin. Ozay anî ziman ku ji ber Navendên Civaka Demokratîk wê her roj wesayît amade bin ji bo hilbijêran bibin navendên lê deng werin bikaranîn.

 Endama Koordînasyona HDP'ê ya Hilbijartinê ya Fransayê Tûgçe Oklay jî da xuyakirin ku weke HDP ev demeke dirêj ew dixebitin, di encama vê de jî xwe gihandine bi qasî 40 hezar kesî û qeyda hilbijêran kirine. Tûgçe Oklay bibîr xist ku wan perwerdeya muşawîran qedandine û axaftina xwe wiha dewam kir: "Ji bo li sindoqan kar li gorî hiqûqê bimeşe û xwedî li dengên me were derketin, heval hatin eyarkirin. Ev heval wê zerfan bijimêrin û dema şaşitiyek hebe wê li dij derkevin. Wekî din, di dema veguhastina dengan de jî wê nûnerê/a me hebe. Lewma divê her kes teqez biçe ser sindoqê. Ji ber ku em ê xwedî li sindoqan derkevin."


Li Kolnê 272 çavdê

Li Koln û derdora wê, komîsyona hilbijartinê ya ji 376 kesî bi ruhê seferberiyê xebatên xwe dewam dike.   Endamê Komîsyona hilbijartinê ya HDP'ê ya Kolnê Fatîh Dûr diyar kir ku wan heta niha bi 17 hezar kesî re rûbirû hevdîtin kirine û anî ziman ku ev du meh in ew li Koln û derdora wê diçin serdana malan.

Dûr anî ziman ku wan 272 kes ji bo çavdêriya hilbijartinê wezîfedar kirine.  


ALÎ GULER / ANF/PARÎS