Nûnerê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyeyê Staffan de Mistura got, civînên Cenevre-8´ê wê 28’ê Mijdarê dest pê bikin.

De Mistura pêr êvarê agahî da Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî û ragihand ku hevdîtinên Cenevre-8´ê wê roja 28’ê Mijdarê dest pê bikin.

De Mistura diyar kir ku di van hevdîtinan de mijarên amadekirina pêşnûmaya destûra bingehîn û pêkhatina hilbijartinan di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de wê bên nirxandin.

Ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê heta niha 7 caran civînên Cenevreyê bê encam û bi lidervehiştina pirraniya nûnerên rewa yên gelên Sûriyê hatin lidarxistin. Hevdîtina herî dawî 14’ê Tîrmehê pêk hatibûn. 


NAVENDA NÛÇEYAN