Nivîskarê Bulgar, Anton Donçew di romana xwe ya navdar a bi navê Veqetîn ango Cudabûna Rê de bi berfirehî behsa dagirkeriya Osmaniyan dike. Ne tenê dagirkerî helbet di nav wê de bi qasî sêsed salên tije talan, tecawiz, êşkence, lêdan, jinavbirin û bişaftin jî hene.

Roman ji aliyê honandin, vegotin û teswîran ve di nav klasîkan de tê hejmartin. Berhem li ser misilmankirina herêma Rodopan a Bulgaristanê hatiye sazkirin. Osmaniyên ku ji mêj ve herêm dagir kirine, vêca bi xebata misilmankirinê daketine.

Lewre rewşa wan di tengaviyê de ye, êdî bi tenê dewşêrmekirina zarokan û talan jî têra wan nake. Ji wan re Osmanîkirin û guhertina ola wan gelên di bin nîrê dagirkeriyê de jî wek pêdivî encam daye.

Di romanê de ji serjêkirina zarokan heta bi xerakirina dêr û ayîngehan mirov li rastê gelek dîmenên ku rasterast bi navê Tirkîtî yan jî barbariyê ve dihêne pênasekirin dihêt. Zaroka ku ji ber çiçikên dayîkê hatiye girtin û revandin, piştî salên dirêj çawa mezin bûye, çawa perwerde bûye û çawa wek leşkerekî kujer ê dewleta Osmanî vegeriyaye nav gelê xwe. Şûr di dest de, li pey wî artêşa jehrîn gelek caran bêyî ku bizane li nav gelê xwe zilma nedîtî dike.

Şûrê stemê di dest de dihejîne, car gundiyekî wî, car cîranekî wî, car dayîk bav, yan jî xwîşk û birayên wî dikevine ber derba şûr. Qehremanê di romanê de bi navê Qere Îbrahîm navdar e. Ew jî ji herêma Rodopan hatiye revandin û wek fermandarekî vegeriyaye nav kom û malbata xwe.

Wezîfeya wî misilmankirin ango Osmanîkirina gelê Bulgar e. Bê wijdan e, heta dawiyê ji bo kuştin, talan û jinavbirinê re amade ye. Divêt di destê wî de mohra fetha Rodopan vegere Stenbolê. Divê serketî û serfiraz vegere. Çi jê hatiye xwesin?

Dagirkirin bi tenê ne bes e, fetih, fetha olê, fetha aboriya herêmê, fetha mal, milk û jinên Bulgaran jî pêwîst e. Qere Îbrahîm di hundirê xwe de di nav gumanan de ye. ya rastî ew zarok jî dizanin ku ji wan herêman hatine û wek yenîçerî hatine perwerdekirin. Lê ew jî wêna ji bo xwe wek qederekê dibînin. Ew niha di xizmeteke pîroz de ne. Karekî olî pêk dihênin. Lewre dewleta Osmaniyan li gorî hatîn perwerdekirin nûnertiya xelîfetiya olî dikin. Herêmên Balkanan di riya şaş de ne. Li gorî Osmaniyan divêt ola mesihî ji holê rabe, divêt dêr û manastirên wan vegerin mizgeftan, divêt li dewsa çand û heyînên wan, yên Osmaniyan bêne bicihkirin.

Qere Îbrahîm bi leza brûskê dikeve nav herêmê, rast lê dide, çep lêdide. Zêdetir li ser guhertina olê disekine. Divêt her kes li ber destê wî dev ji ola xwe berde, divêt soz bidin, tobe bikin û nema li ayînên berê vegerin. Bi ser de jî divê dêrên xwe yên kevnare bi destên xwe hilweşînin, xera bikin.

Li gelek deveran jî bi ser dikeve. Lewre pêşî zarokên wan tînin, serê wan datînin ser qoçê daran û bivira wek gûzan li ber tîrêjên rojê dibiriqe. Gelo kîjan dê û bav dikare li ber wê dîmenê li ser lingan raweste?

Zarokên çav bi dîmenê ketîn ji tirsan kerr û lal dibin, lêvên wan diterikin, diqelişin û xwîn jê diherike.

Lê hind ji wan zarokan li gel wê rewşa dijwar jî li rûyê bavên xwe radibin. Na, dibêjin. Ola xwe nedin, rûmeta xwe nedin, radest nebin, bila serê me jêkin!

Qere Îbrahîm davêje ser gundan, ayîn û pîrozbayinan têk dide, li şahî û dewetan wer dibe, wan jî wêran dike. Li qada ku heta beriya bi kêliyekê jî reqs û govend heyî, niha şîn û girîn e. Qere Îbrahîm rahiştiye bûkê, ji destê zava girtiye biriye di odeya xwe de bi cih kiriye.

Niha zava di nav xemgîniyeke sotîner de ye, niha gelên herêma Rodopan di bin giraniyeke rûreş de ne, niha aliyê bûkê, aliyê zava tev de serberjêr in, gul û giya, dar û devî, kevirên dîwaran, dêra ku heta beriya rojekê jî serbilind û bi serfirazî bang li gel dikir, heywanên kedî û kovî yên li hawirdor tev de serberjêr in.

Şikefta li kêleka gund ya ku wek Şikefta Tirkan dihête binavkirin jî di nav şermê de ye, ew jî ji ber ku Osmanî di wê şikeftê de mirovan bi saxî di qulên moriyan de çal dikirin, bi saxî morî, mar û mişk hêdî hêdî li mirovan kom dibin, hind kes bi mehan jî sax diman, hind kesan di cih de can dida. Lê bi her halî, navê wê şikeftê Şikefta Tirkan e.

Her wiha piştî bûk dikeve destê Qere Îbrahîm û zava dihête destgirêdan, ew giraniya şermê bi ser her der û deverê de digire.

Vêca ji wê jî mezintir şerm û bobelat heye. Ya ji wê jî kirêttir û dijwartir jî ew e ku bûk di rastyê de xwîşka Qere Îbrahîm e. Lê ew pê nizane.

Nivîskar hostahiya xwe îsbat kiriye. Ya ku mirov mat dihêle li gel serketina berhemê bê alîtiya nivîskêr e. Donçew wek dîroknasekî ango wek bijîşkekî analîza bûyeran dike. Qewmînan radixe pêş çavan. Lê wekî din ti şîroveyê lê zêde nake. Bûyerên sosret û sotîner jixwe têra dîtina rastiyan dikin.

Mixabin heta niha bi Kurdî ev berhem derneketiye. Lê Kurd pir zimanî ne. Bi kîjan zimanî dibe bila bibe di fersenda yekem de divêt ev berhem bête xwendin. Misoger hûnê gelek biêşin, hûnê li dema xwe poşman nebin.