Sînorên lêkirî li ser bedena welatan wek ku tu bi tîrîk dil ker ker bikî û her yekê bi aliyekî ve berdî. Mirov di şûna sînorên derewîn ên netewe dewletan de rastî vê birîna xedar tê. Mirov dilên parçebûyî, kenên nîvcomayî û awirên bêdeng li ser her kêlên sînoran dibîne. Ji birîna parçekirina dil û ruhê mirovên ku bi sînoran ji hev hatine veqetandin, hêj xwîn diherike. Çawa ku li ser berfa spî ya vê seqem û kambaxiya zivistanê jî dilopên xwîna mexdûrên sînoran heye. Dibe em her roj wek nûçeyeke ji rêzê xebera kuştin û mirina kulberan li ser sînor bibihîzin û em bi wê nûçeyê re hema ji bîr bikin. Li ser sînorê welatê me komkujiyek bi zanebûn û qirkirinek heye, gelo em qet vê jî fikirîn piştî her nûçeya mirin û kuştina kulberekî.
Me di fîlmê ‘Kîsû jî difirin’ a Behmen Qubadî de tenê kêliyek ji wê jiyana bi nekbet û tije berxwedêr a xelkê me yê li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê bihîst. Ne tenê ew sînor li her devera Kurdistanê ku sînor hatine xêzkirin, çîroka bi hezaran kulberan heye û em qet pê nizanin. Kulber ango yên ku bar û kel û pelan li ser pişta xwe dibin yan jî tînin. Hinek ji wan re qaçaxçî dibêjin ku ev gotina dewletan e, bi gotinek din bazirganiyek veşartî û dûrî çavê dewletê. Ew tenê li ser xaka xwe ji gundekî diçin gundek din, ji aliyê çiyayekî ve derbasî aliyê din dibin, wê demê sînor derbas nekirine û di encam de jî ne qaçax in.
Barê herî giran ê jiyanê belkî jî li ser milê wan e. Yan jî yên ku herî zêde êşa parçebûna Kurdistanê di dil, ruh û bedena xwe de his dikin ew in. Hest bi rastiya dijminê xedar dikin her dema ku di tarîtiya şevê de bi dizîka di ber paygah û qereqolên zaliman ve derbas dibin. Ji bo mirov bi awayekî rût û tazî rastiya dagirkerî û mêtîngeriyê nas bike, divê mirov biçe wan sînoran, divê mirov tenê rojek wan kulberan bibine ka çi bi serê wan tê û çawa debara jiyana xwe dikin. Rastiya dagirkeriyê mirov di nava mala xwe, li ber suba germ, di avahiyên çend qatî û di nava kêf û rihetiyê de his nake û nabîne. Ji bo em bizanin hêj Kurd di penceya qirkirinê de ne, mirov guh bide serpêhatiya kulberên Kurd ên li ser sînoran.
Temenê te çi dibe bila bibe, ger tu li ser sînor bî û dewlet tu derfet û qadek aboriyê ji te re veneke, divê tu kulberiyê bikî. Bi taybet siyaseta Îranê ya li dijî Kurdan her tim bi vê ziraviyê meşiyaye ku tu Kurdî, ez hebûna te qebûl dikim lê divê tu bizanî ku Kurd her tim xwedî potansiyela bi xeter e û ev li dijî berjewendiyên min e! Ji bo wê berê bi hezaran Kurd da rojhilatê Îranê ango herêma Xurasan û ji wir wêdetir. Kurd dema sînorê netewe dewletê biparêze û li gor dilê wan serî bitewîne, wê demê qehreman e û behsa wî dikin. Îran siyaseta xwe ya ‘Bi birçîbûnê terbiye bike’ herî zêde di vê demê de dimeşîne ji ber ji teqandin û lêgerîna şoreşa gelê Rojhilatê Kurdistanê gelekî ditirse. Ji bo ambargoya li ser welatê xwe rake, di nava panîkek mezin de ye. Ev ne ji ber ku di xema xelkê xwe de ye. ji bo dengê nerazî yê sermayedarên Fars û Azerî ku wek Zerab û Zencanî bike qurban, bibire, vê yekê dike. Lê ji bo Kurdan jî rêya mirin a bi êş vedike. Kurd tenezul nakin, destê xwe li ber rejîmê vekin û parsektiyê bikin. Amade ne di berdêla vê yekê de bimirin, ji bo wê bê ku temen, wext û cih nas bike, berê xwe dide sînoran. Ji bo bêminet bi qetek nanê hişk zîkê xwe têr bike, her kulberek, barê giran ê vê rastiya bi êş li gel barên din dide ser milê xwe û derbasî milê din ê sînorên lêkirî dike. Her kulberek li ser sînorê Başûr- Rojhilat û Bakûr- Rojhilat, ne tenê barê xwe, barê rastiya me ya bi êş a civakî, barê qirkirin û dagirkeriyê jî li pişta xwe dike û virde û wê de dibe. Kulberî ne qaçaxçîtî, serî rakirina li dijî rejîma ku dixwaze te bi birçîbûnê terbiye bike ye. Îsyan e kulberiya li ser sînor, îsyan. Ji ber serî rakirine, ji ber koletî nepejirandine, tên kuştin. Di bin berfê de dimînin û ji serma diqerisin û dimirin. Ji bo serî li hember vê rejîma dagirker netewînin, ling, dest û çavê xwe dikin qurbanî. Bi rojan di berf û seqemê de dimeşin. Ew tenê di berfê de nameşin, her roj, her meh û her sal... Lê ji ber zivistan e, berf û bahoz e û ew dimirin, em bi wan dihesin. Ew her roj bi mirina xwe dihesin, ew her roj bi hebûna dagirkeriyê dihesin lê em tenê dema ew dimirin bi wan û paşê jî bi dagirkeriyê dihesin...