Kovarên sînemayê yên biyanî, her sal lîsteyeke bi navê ‘fîlmêntemaşe kirinê yên beriya mirinê’ amade dikin. Ev lîsteya tê amadekirin, ji aliyê gelek kesî vê tê şopandin.Di lîsteya îsal de li ber fîlmên weke Avatar, Amelia, Batman, Bravehart cih dan fîlmek kurdî jî ku ew yê derhênerê kurd Bahman Ghobadî ‘Dema Hespên Serxweş’ e. Wekî tê zanîn Ghobadî bi vî fîlmê deng vedabû. Film di sala 2000’ê de bi derhêneriya Bahman Ghobadî hat çêkirin. Yekemîn fîlmê metrajdirêj ê Ghobadî bû. Mijar, li gundekî rojhilatê Kurdistanê, Banê dibihure.
Fîlm, navê xwe ji vîskîdayîna hespan a li hemberî sermayê distîne. Ghobadî bi vê fîlmê ‘Xelata Kameraya Zêrîn’ a ‘Cannesê bi dest xistibû. Di fîlmê de jiyana malbateke kurd a di navbera sînorên Bakur, Başûr û rojhilatê Kurdistanê de dijî, tê vegotin. Piştî mirina bavê xwe Eyûb, bi birayê xwe yê seqet Medî ve bi hêstiran barî dikişîne Rojhilat. Ji ber sermayê, demê barkişandinê de vîskiyê didin hespan, lê mirov bi xwe ji sermayê nikarin kar bikin. Di fîlmê de girîngiya didin hespan nadin mirov an.
NEW YORK