Jinên ku dema kar diwestin vê carê jî bi çaya li ser kuçikên kevir hatiye çêkirin vedixwin û bêhna xwe vedidin. Piştî navbera çay û bêhnvedanê jin careke din vedigerin li ser karê xwe û bihevre dîsa dest bi karê xwe dikin. “Baci Ana” ya ku ji bo jinan xwarinê li ser kuçik çedike jî dem bi dem ji bo ku kar heta êvarê bê xilaskirin bi zimaneke xweşik hişyariyan dike. Ber bi êvarê hiriyên ku hatine şûştin vê car êli traktoran tên barkini û bidin mala xwediyên hiriyê. Hiriyên ku ji aliyê jinan ve tên şûştin, piştî ku tên zuwakirin ji bo zivistanê nivîn tên çêkirin, her wiha ji bo keçên ciwan cihêz jî tên çêkirin.
DÎHA/WAN