
SERKAN DEMÎREL / BERN
Hilbijêrên ji Kurdistan û Tirkiyeyê yên li Elmanya, Awûstûrya, Belçîka, Swîsre, Danîmarka û Fransayê dijîn, ji bo referandûma 16’ê Nîsanê, ji doh (27’ê Adarê) û pê ve li Konsolosxaneyên Tirkiyeyê yan jî cihên ji aliyê Konsolosxaneyan ve hatine diyarkirin, dest bi dayîna dengan kirin.
Hilbijêrên Kurdistanî û Tirkiyeyî wê heta 9’ê Nîsanê, her roj saet di navbera 09:00-21:00 de karibin dengê xwe bidin. Ji bo hilbijêrê karibin dengê xwe bidin jî, lazim e pê re belgeyek li ser welatîbûna wê/î ya Tirkiyeyê yan jî nasnameya Tirkiyeyê hebe.
Li Elmanya li 13 navendan dengdan
Li Elmanyayê, ji bo dengdanê li 13 navendan sindoq hatine danîn. Li bajarên Berlîn, Dusseldorf, Essen, Frankfûrt, Hambûrg, Hannover, Karlsrûhe, Koln, Maînz, Munchen, Munster, Nurnberg û Stûttgartê, li Konsolosxaneyên Tirkiyeyê yan jî cihên ji aliyê konsolosxaneyan ve hatine diyarkirin, wê hilbijêr karibin dengê xwe bidin.
AWÛSTÛRYA: Hilbijêrên ji Kurdistan û Tirkiyeyê yên li Awûstûryayê dijîn, wê ji sibe û pê ve li abjarên Viyana, Salzbûrg û Bregenzê dest bi dayîna dengan bikin.
BELÇÎKA: Welatekî din ê Ewropayê, ku şêniyeke zêde ya Kurdistanî û demokratên Tirkiyeyê lê dijîn Belçîka ye. Hilbijêrên li vî welatî wê li Bruksel û Anversê dengê xwe bidin.
FRANSA: Dengdana li Fransayê jî îro dest pê dike. Hilbijêr wê li Parîs, Lyon, Marsîlya, Nantes, Strasboûrg û Bordeûaxê dengê xwe bidin.
SWÎSRE: Hilbijêrên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Swîsreyê dijîn, wê li Konsolosxaneya Tirk a li Zurîchê, Konsolosxaneya Tirk a li Cenevreyê û Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya li Bernê, ji îro û pê ve dest bi dayîna dengan bikin.
DANÎMARKA: Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Danîmarkayê dijîn, wê li Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê ya li paytext Kopenhagenê dest bi dayîna dengan bikin.
HDK-Ewropa: Her dengê ‘NA’ girîng eDer barê dengdanê de Kongreya Demokratîk a Gelan li Ewropayê (HDK-Ewropa) bang kir û ji hilbijêrên Kurdistanî û Tirkiyeyî xwest ji îro û pê ve berê xwe bidin navendên dengdanê û dengê xwe bidin.
Di bangawaziyê de hat gotin, “Zordarên AKP/Qesrê, li Ewropayê gelek dek û dolabên sexte gerandin û ji bo dengan bi dest bixin, hin provokasyon kirin. Zordarên Qesrê, ji bo xatirê dengê zimanekî bi jehr bi kar anîn û gelên Ewropayê sûcdar kir.” Di daxuyaniyê de hat ragihandin, AKP û Erdogan ditirsin ku di referandûmê de derbeke mezin li Ewropayê bixin, lewma ketin navbera hewldaneke bi vî rengî.
HDK-Ewropayê, li dijî van polîtîkayên AKP û Erdogan bang li her kesî kir, ku biçin ser sindoqan û got, “Em bi derengî neçin ser sindoqan. Bi xwe re em heval, dost, malbat û zarokên xwe jî bibin ser sindoqan. Ji roja destpêkê ve em sindoqan bi dengê NA dagirin. Em hêvî û bendewariyên welatê xwe pêk bînin.”