Dîroka Kongreya Netewî a Kurd diyar bû. Hate diyarkirin ku Kongreya Netewî ya Kurd ku çav li rê bû di meha Tebaxê de were lidarxistin, bi boneya ku amedekarî hêj temam nebûne di meha îlonê de dê were li darxistin.  Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Kongreya Netewî ya Kurd di 15-16-17'ê îlonê de dê li Hewlêrê pêk bê. Komîteya amadekar diyar kiribû ku dê dîroka kongreyê bi tevlibûna hemû aliyên kongreyê bi daxuyaniyekê îlan bikin. Hat hînbûn ku daxuyanî di 20’ê tebaxê de saet di 11.00’an de dê li Hewlêrê pêk were.

Ronahî Serhat: Amadekarî di asta dawî de ne

Endama Komîteya Amadekar a Kongreya Netewî ya Kurd Ronahî Serhat da xuyakirin ku amadekariyên kongreyê di asta dawî de ne û di rewşa niha de hejmara şandeya kongreyê û lîsteya mêvanan nîqaş dikin.
Serhat ji Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê re peyivî û diyar kir ku wan di civîna xwe ya dawî de li ser lîsteya mêvanên ji 300 kesên ji derve, rawesiyane. Serhat ragihand ku dema kongreyê diyar bûye û ev yek wê di 20'ê Tebaxê saet di 11'an de li Salona Konferansê ya Saad Abûllah ya li Hewlêrê de bi civîneke çapemeniyê ji raya giştî re eşkere bikin û dûre ji mêvanan re vexwendînameyan bişînin. Serhat her weha diyar kir ku wan di civîna dawî de, nîşane (sembola) kongreyê jî nîqaş kirine û di vê mijarê de nêrîneke hevpar derketiye holê. Serhat anî ziman ku ew li ser dirûşmên kongreyê jî rawestiyane û bi awayekî hevbeş dirûşme diyar kirine.

Divê pirsgirêka ambargoyê çareser bibe

Serhat bibîr xist ku li ser navê Komîteya Amadekar a Kongrey Netewî ya Kurd biryar heye heyetek biçe Rojavayê Kurdistanê û got0 "Di vê mijarê de pirgirêkek weha heye; Ambargoyeke hikûmeta Kurdistanê li ser Rojava heye. Ji ber vê yekê jî gelê Rojava naxwaze ev heyet biçe wê derê. Dixwaze beriya hatina heyetê, ev pirsgirêka ambargoyê bê çareserkirin. Ji ber vê yekê çûyîna heyetê, hat rawestandin.Mesele, vekirina sînoran, rakirina ambargoyê û destûrdayîna ji bazirganiya gel re ye. Li ser vê yekê, komîte jî di wê baweriyê de ye ku bi rakirina ambargoyê û çûyîna heyetê li ser vê bingehê, wê watedar be."
Serhat, der heqê hatina bi hezaran kesan ji Rojava ber bi Herêma Kurdistana Federal de bang li gelê Rojava kir ku welatê xwe, axa xwe bi tenê nehêle û got, "Ev dem dema berxwedanê ye, ev dem dema yekitiya netewî ye, ev dem dema azadiyê ye. Rast e, li hemberî Kurdan zexteke giran heye, êrîşên giran li dijî gelê me yê li Rojava tê kirin; Lê bi destxistina azadiyê jî ewçend hêsan nîne. Valakirina Rojava tê wê wateyê ku meydan ji hêzê dagirkerên Kurdistanê were hiştin e. Ji ber vê yekê, divê derfetên heyî werin bikaranîn û hewl were dayîn ku kêmasî û pirsgirêk ji holê bên rakirin."

HEWLÊR