Li Rihayê koma şanoyê ya bi navê Tiyatro Seyîr ji aliyê komek mamoste ve hatiye damezirandin. Ev kom niha lîstika bi navê “Tanri” pêşan dide û ji ber vê lîstikê, lîstikvan bi şewitandinê ve hatin tehdîdkirin. Gerînendeyê lîstikê Şûkrû Ûnal diyar kir ku beriya 5 salan jî heman lîstik nîşan dabûn, lê bi pirsgirkekê re rû bi rû nemabûn, û bal kişand ser bandora bûyerên siyasî li ser hunerê. 
Koma şanoyê ya bi navê Tiyatro Seyîr a ku ji aliyê komek mamoste ve hatiye avakirin di sala xwe ya 5’an de bi lîstika xwe ya bi navê “Tanri (bi Tirkî Xweda)” ve xebatên xwe didomîne. Gerînendeyê lîstikê Şûkrû Ûnal dibêje, lîstik berhema Woody Allen a bi navê “Xweda” ye, koma wan bi 10 kesan re dest bi kar kiriye. Ûnal bi bîr xist ku niha ew bi 50 kesan rêya xwe dewam dikin û weha peyivî: “Lîstika me ya yekem jî ‘Tanri’ bû. Me kêmasiyên xwe yên teknîkê yên di lîstikê de bi derfetên xwe temam kirin. Dekor û cil me li malan amade kirin.” Ûnal da zanîn ku piştî 5 salan careke din xwestine dîsa lîstika “Tanri” bilîzin, lê ji ber navê lîstîke rastî nerazîbûnan tên, û sîstem civakekê naxwaze ku berhemên alternatîf diafirîne.




‘Huner li cihê azadî lê heye’


Ûnal got, li Rihayê xebatên çand û hunerê qels in û ji bo alternatîfên nû pêşkêşî Rihayiyan bikin, lîstikê dilîzin û weha axivî: “Sîstem ji bo ku aliyê pirsyarkirinê yê civakê qels bike, her rêyê bi kar tîne. Yek ji van jî televîzyon e. Heke tu dixwazî ekîba ku bîat dike biafirînî, televîzyonê dayne pêşiya wan. Bi bernameyên televîzyonan ve yek tîp tê afirandin. Bi vî rengî gel ji hunerê dûr dixin. Ev jî nahêle keda ku em di şanoyê de didin, bê dîtin. Lê divê huner li her devera azadî lê heye, hebe û bi awayekî azad bê kirin.”



Ne berî bi 5 salan lê îro


Ûnal got, ji ber nav û afîşên lîstikê, gef li wan tên xwarin û weha dirêjî da axaftina xwe: “Beriya lîstikê me cih nedît afîşên xwe daliqînin. Li cihên me daliqandin jî, hatin daxistin. Piştre jî di çapemeniya civakî de bi kuştinê gef li me hatin xwarin. Ji ber navê ‘Tanri’ hate îdîakirin ku em henekên xwe bi dîn dikin ji ber vê yekê jî gefa şewitandinê li me hate xwarin. Lê me ev lîstik beriya 5 salan jî pêşandabû. Ev têkîldarî Pêvajoyê ye.” Ûnal got ku ew ê dev ji têkoşînê bernedin. 
Ji lîstikvanên komê Kemal Turan jî diyar kir ku ji bo Rihayiyan tiştekî alternatîf nehatiye pêşkêşkirin û nirxandina “Em dixwazin bêhtir pirsyar bikin. Di esasê xwe de hêza hunerê heye bîne cem hev.”




‘Me xwest balê bikişînin ser nasnameya jinê’


Ji lîstikvanên jin Meral Gûlerê jî got, lîstik balê dikişîne ser nasnameya jinê ya tune tê hesibandin û weha axivî: “Ez di lîstikê de bi rola jina ku hatiye kêrkirin radibim. Jinê kêr dikin lê her kes xemsar nêzîk dibe. Ev rastiya Tirkiyeyê ye. Tirsên kesan, civakê ber bi kaosê ve dibe.” 


 DÎHA / RIHA