Paytexta Belçîka Bruksel dawiya vê heftê ji 13. Civata Giştî ya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) re mêvandarî kir. Kongre bi beşdariya nûnerên gelek rêxistin û partiyên ji her çar parçeyên Kurdistanê û nêzî 200 delegeyan pêk hat û xebatên KNK'ê hatin nirxandin.Di encama hilbijartinê de Nîlufer Koç û Tahîr Kemalîzade weke hevserokên KNK'ê hatin hilbijartin.

Di kongreyê de biryar hat dayîn, ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji xelata Aştiyê ya Nobelê re namzet were nîşandan komîsyonek hat avakirin. Her wiha pergala KNK'ê jî hat guhertin û yek jê jin û yek mêr pergala Hevserokatiyê hat pejirandin. Li dû gotûbêjên heta doh êvarê, hilbijartin hatin kirin.
Di encama hilbijartinê de Nîlufer Koç û Tahîr Kemaîlzade bûn Hevserokên KNK'ê û Konseya Rêveber jî ji nûnerên her çar parçeyên Kurdistanê pêk hat; Zubeyîr Aydar, Adem Ûzûn, Rojan Hazim, Dilşah Osman, George Aryo, Songul Karabûlût, Rodî Melek, Soroûer Kemanger, Refîq Gafûr, Nîzamettîn Togûç, Medenî Ferho, Nadya Mozirî û Behzat Pîrmûsa, ji bo Konseya Rêveber hatin hilbijartin.

Banga piştgiriyê
Ji bo endamên cîgir ên Konseyê jî Semîra Abdullah, Bengî Haco, Şhala Hefît hatin hilbijartin. Di komîteya huqûqê ya KNK'ê de jî, Nasir Resûlî, Xalid Ezîzoglû, Jahla Mihemed, Ahmet Karamûs, Ferîde Mamo cih girtin. Di kongreyê de her wiha bang li Fransayê hat kirin, ku endamê wan ê Konseya Rêveber Adem Ûzûn serbest berde. Di deklarasyona kongreyê de hat destnîşankirin ku divê mafê diyarkirina çarenûsa xwe ji Kurdistanê re bê dayîn.
Deklarasyona kongreyê bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û bang li dewleta Tirk kir ku hemû mafên gelê Kurd ên demokratîk û rewa nas bike, di serî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hemû girtiyên siyasî serbest berde. Civata Giştî ya KNK'ê her wiha bang li DYE, YE, NY û Rûsyayê kir ku ji bo bidestxistina mafên gelê Kurd, piştgiriyê bidin û bi hestiyarî tevbigerin.

BRUKSEL