Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ji bo 102 şaredariyên xwe ji destê qeyûmên rejîma AKP’ê derxîne zend û bend vemaliştin. HDP wê heta 5’ê Kanûnê mircaetên ji bo bernamzetiyê qebûl bike.
Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê Zubeyde Zumrut li ser karê xwe yê hilbijartinê got, “Jixwe, ji bo karê birêxistinkirin û xurtkirina demokrasiya xwecihî li Kurdistanê û Tirkiyeyê me dest bi kar kiribû. Ji bo şaredariyên xwe ji qeyûman paqij bikin, me komîsyon ava kiribûn. Bi miracaetên bernamzetan me dest bi vê pêvajoyê kir.”
Gelê wê xwedî li dengê xwe derkeve.
Zubeyde Zumrut îşaret bi zerar û ziyanên AKP’ê bi destê qeyûman daye şaredariyên li Kurdistanê jî kir û got, “Beriya her tiştî em pê piştrast in ku gelê me wê di vê hilbijartinê de biçe ser sindoqan û xwedî li dengê xwe derkeve. Gelê me dibîne bê qeyûman di van du salên dawî de çi zerar daye, şaredariyan û plansaziya bajêr.”
‘Hevdîtinên me yên ji bo tifaqê hene’
Zumrut li ser tifaqa hilbijartinê jî diyar kir ku partiya wan ji bo avakirina bloka demokrasiyê her tim amade ye û got, “Niha jî hem li Kurdistanê hem jî li Tirkiyeyê di vî warî de hewldanên me hene.”
ANF/ AMED