LUQMAN GULDIVÊ/NAVENDA NÛÇEYAN


Bi îdîaya bidawîkirina şerê navxweyî yê li Sûriyêm li bajarê Swîsreyê Cenevre bi navê Hevdîtinên Cenevre muzakereyan bi çavdêriya Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Steffan de Mistura muzakereyan cara pêşî sala 2012´an dest pê kir di navbera rejîma Sûriyê û komîn weke “muxalifên ji Sûrî” hatî nîşandan. Li Cenevreyê herî dawî hevdîtinên tûra 6´an di navbera 16-20´ê Gulana 2017´an de pêk hatin. 

Herçî Kurd bûn ku bi têkoşîna xwe ya li dijî terora DAIŞ´ê kela canê dinyayê hemûyî rakirin, li Cenevre nebûn. Aliyê Kurd ev hevdîtinên bê Kurd ji serî ve weke jiberçûyî bi nav kiribû û gotibû, wê ti encama wan ji bo siberoja Sûriyê nebe; û helbet dabû zanîn ku hevdîtinên ku ew tê de cih negirin, wê bi ti rengî li ser wan nebe xwedî ti bandor.

Di rewşa heyî de, bûyeran aliyê Kurd heq nîşan da.

* Derket holê ku komên beşdarî Hevdîtinên Cenevre bûyî, di serî de Tirkiye lîstoka hêzên li herêmê bûne û komên çete ne. 

* Di destê van koman de di destpêka hevdîtinan de hêz û erdeke mezin hebû, lê niha li hemberî rejîm û Kurdan gelekî paşveçûne û bê mane bûne.


Nûnerê Rojava yê li Fransayê XAlid Îsa li ser mijarê bersiv da pirsên me û got, hêzên desthilatdar ên ku li Sûriyê xwestin bigihîjin meramên xwe bi hevdîtinên li Cenevre xwestin demê bi dest bixin û aliyên din biawiqînin.

Îsa got, Tirkiyeyê çawa li Cerablûs û Babê kir, xwe amade dike operasyoneke dagirkeriyê li Idlîbê bike û ev yek ji bo Sûriyê hemûyî û nexasim ji bo Rojava û Bakurê Sûriyê tehlûkeyeke mezin e.


Ji destpêkê ve cenabê te Hevdîtinên li Cenevre dişopîne, armanca van hevdîtinan çi ye? Diyar e hevdîtinênm heta niha bi ser neketin, gelo bi rastî ev hevdîtin ji bo çareseriyê bûn? 

Bi ya min ev ne hevdîtinên ji bo çareseriyê bûn. Hêzên desthilatdar ên di şerê li Rojhilata Navên de bi bandor, hîna li hev nekiribû, û pêdiviya wan pê hebû ji cihekî dest pê bikin.

Hingê herkesî dixwest demê bi dest bixe û aliyê din biawiqîne. Wan dizanî mesele ne cidî ye. Di hevdîtinên ku hemû aliyên di şer de cih dgirin, nexasim jî Kurd, cih negirin, ne mumkin e bigihîjin encamekê. Me beriya her hevdîtinê ev got, û niha jî rewş me piştrast dike. Ji destpêkê ve nexwestin nûnerên Kurdan di hevdîtinan de cih bigirin. Kesên ku wan dixwest di hevdîtinan de hebin jî wan ferz dikir ku ew ne li ser navê PYD´ê yan jî pêkhateyeke din hebin lê weke ferdan. Me ji serî ve ev red kir. Di hevdîtinên heta îro de jî aliyên beşdar li hev nekirin. Bi ya min hêzên desthilatdar ji bo van hevdîtinan çareserî ji xwe re weke armanc diyar nekiribû.

Ji bilî hêzên din, rejîma Sûriyê jî dixwest demê bi dest bixe. Ew li bendê bû ku Rûsya û Îran a ku destekê didinê hêzên xwe kom bikin, amadekariyên xwe bikin. Heta niha jî ti biryara ku aliyan li ser li hev kirî jî ji van hevdîtinan jixwe derneket.

Em heta roja îro beşdarî hevdîtinan nebûn. Hêza herî xurt û bibandor a ku wê paşeroja Rojava û Sûriyê diyar bike em in. Ne mumkin e ku em li gorî biryara hevdîtinên em tê de cih negirin, tevbigerin.


Minaqeşe li ser tûreke din a hevdîtinan li Cenevre hene. Aliyên ku di hevdîtinan de cih bigirin gelo diyar in? 

Di hevdîtinên dawî de alî hinekî nêzî hev bûn. Hevdîtin di warê dabeşkirina îqtîdara li Sûriyê de hinekî bi gewde bûn. Ji mixalifan hat xwestin bi rejîma Sûriyê re li hev bikin. Ne plansaziyeke rejîmê û ne jî ya aliyê komên mixalif ji bo çareseriya aştiyane, demokrasî û mijarên din de nebû. Di meseleya parvekirinê de şer û nakokiyên wan hebûn, lê belê herdu alî li gorî neteweperestiya Ereb helwêsta xwe diyar dikir. Wan nedixwest ku Kurd, Suryanî, Keldanî, Asûrî, Ereb û miletên din beşdarî hevdîtinan bibin.

Hawîrdorên weke mixalif dihatin nîşandan, pişta xwe dabû dewletên mîna Tirkiiye û Erebistana Siûdî. Lê belê van dewletan jî nekarî hêviyên wan bi ser bixin. Tirkiyeyê ji bo berjewendiyên xwe ew firotin. Li aliyekî bi Rûsyayê re têkilî bi pêş xistin, li aliyê din dagirkeriya xwe ya qismekî Rojava dewam dike. Ti hêviya wan ji wan derdorên hevkar ên di hevdîtinan de jî nîne. Niha jî hinek ji wan ji bo ku sûdê ji me wergirin, di nava hewldanan de ne. Jixwe, beriya vê jî wan kesên ku hêviyê wan bi hevdîtian pêk nehatin, di binî ve dixwestin peywendiyan bi me re deynin. Yên ku bi hêviya, cihekî jî bidin min jî, çêbûn. Lê dîtin ku di sîstema me de cihê vê yekê nîne. Sîstema me xwe disipêre gel, esasê wê çareserî û demokrasî ye. Em ji bo Sûriyê hemûyî çareseriyeke aştiyane esas digirin. Ji ber vê yekê ne mumkin e bi vê zêhniyetê û daxwazên xwe li cem me cihê xwe bigirin. Niha jî ji ber ku bi Tirkiyeyê negihan xweziyên xwe û di warê madî de rewşa wan zehmet e, hinderdor dixwazin bi hêzên Bakurê Sûriyê û Rojava re bipeyivin.


Ev kom tevî Tirkiyeyê li dijî Bakurê Sûriyê û Rojava siyaseteke çawa bi rê ve dibin û li gorî cenabê te, Tirkiye dixwaze li Idlîbê çi bike?

Di warê siyasî de ti hêz û bandora van koman nîne. Tirkiyeyê bi rejîmê û destekkerên wê Rûsya û Îranê re li hev kir. Tirkiyeyê berdevkiya çeteyan kir, li ser navê çeteyan hevdîtin kirin. Li Astanayê biryara vê dan. Tirkiyeyê di berdêla ku çeteyên xwe ji Helebê vekişîne, Cerablus dagir kir. Niha jî Tirkiye van çeteyan dişîne Bakurê Sûriyê û ji bo berjewemdiyên xwe wan dide şerkirin. Di êrişên xwe yên li Cerablus, Bab, Şehba û deverên din de wan bi kar tîne. Tirkiye di warê siyasî û aborî de ji bo ku hin tiştan ji rejîma Sûriyê, Rûsya û Îranê bi dest bixe, her carê hinan ji van çeteyan bi kar tîne. Û heger ji bo berjewendiyên xwe bivê wan bifiroşe, wan difiroşe. DAIŞ jixwe dişike, têk diçe. Ev çete jî, ne mumkin e ku xwe li ber Hêzên Sûriyeya Demokratîk xwe bigirin.

Herçî Idlîb e, di destê El-Qaêdeyê de ye. Bazarên ku dewleta Tirk li ser mijarê dike jî hene. Tirkiye dixwaze El-Qaîde (El Nusra) navê xwe biguherîne, hin koman bigire nav xwe. Ew dixwazin El-Qaîde taktîka DAIŞ´ê li Cerablusê bike. Tirkiye dixwaze bi vê bikeve Idlîbê û wê dagir bike.


Tê zanîn ku têkiliya van koman bi Tirkiye, Qeter û Erebistana Siûdî re heye. Niha asta van têkiliyan çi ye? Nexasim Tirkiye çawa van koman li dijî Idlîb û Bakurê Sûriyê amade dike? 

Komên çete yîn li Idlîbê li ser sînorê bi Tirkiyeyê re ne. Jixwe desteka Tirkiyeyê nebe, ne mumkin e ev kom xwe li wir bigirin. Ji bo ku zexta li DAIŞ´ê dibe ya bi hemleya Reqayê re kêm bike, dewleta Tirk êrîşî Rojava dike. Ji ber ku planên wê yên ji bo Reqa û cihgirtina di operasyona Reqayê de pêk nehatin, hewl dide operasyonê asteng bike. Dewleta Tirk êrîşî hêzên me yên li Efrîn, Minbic û Şehbayê dike û gefa dagirkirina Girê Spî dixwe.

Bazarên dewleta Tirk ji bo Idlîbê jî dewam dikin. Hewl dide rejîma Sûriyê, Rûsya û Îranê li gorî plana xwe qaneh bike. Di berdêla Idlîbê de dewleta Tirk dikare çi bide? Yên ku pê re didin û distînin dizanin ku bawerî pê nayê. Niha aliyên alîgirê rejîmê jî li wan rêyan digerin ku Tirkiyeyê ji herêma Şehba derêxin. Heger Tirkiye Idlîbê kontrol bike, ev yek wê ne tenê ji bo me tehlûke be, ew ê ji bo tevahiya gelên Sûriyê û paşeroja Sûriyê tehlûkeyên mezin bi xwe re bîne. Heger dewleta Tirk Idlîbê bi dest bixe, maneya wê ew e ku Heleb jî ji dest diçe.


Di Hevdîtinên Cenevreyê de ENKS jî weke ji komên muxalif be, tê danasîn. ENKS ya li Rojava bû xwedî helwêsteke li dijî yekîtiya Kurdan, lê li Cenevreyê bi navê Kurd derxistin pêş, gelo halê hazir ti maneya wê ma ye?

Di hevdîtinên li Cenevre de ENKS di koalîsyona ser bi Tirkiyeyê de li ser navê xwe na, ferdî cihê xwe girt. Ne mumkin e ENKS nûneriya gelê Kurd bike. Jixwe, ji ber ku aliyên din ên weke saziyên NY´yê jî bi vê yekê dizanîn, xwestin nûnerên Kurdan jî di hevdîtinan de cih bigirin. Kengî ji bo çareseriya aloziya li Sûriyê şert û merc guncaw bûn, di hevdîtinên li Cenevreyê de hêzên eskerî û siyasî yên Bakurê Sûriyê, Federasyona Bakurê Sûriyê wê cihê xwe bigire. Di nava mixalefeta Sûriyê de jî her kes dizane ku ENKS nûneriya Kurdan nake. Ji ber vê yekê, dibêjin “Kurd nebin çareserî nabe”. Teklîfî me jî kirin ku ne weke nûnerên Kurdan lê weke ferd di hevdîtinên Cenevre de em cih bigirin, lê me qebûl nekir em bi vî rengî di hevdîtinan de hebin.


Ji bo Sûriyê Peşniyazên çareseriyê

Ji bo paşeroja Sûriyê, çareseriya aştiyane pêşniyazên we çi ne? 

Bi têkoşîna xwe ya heta îro, me ji xwe re kir esas ku aştî hebe di nava hemû derdor û gelan de di nava Kurd, Ereb, Asûrî/Suryanî û tevaihiya bawriyan de, û me ev bi ser jî xist. Me wekheviya jin û mêrê kir esas ji xwe re. Ji bo tevahiya Sûriyê pêşnîyaza me ya Federasyona Demokratîk û projeya me ji bo vê heye. Em hêvî dikin herêmên din jî ji vê tecrûbeya me sûdê wergirin. Her kes dizane ku dewleta Tirk ne demokratîk e. Her kesî hovîtiya çeteyên delweta Tirk pişata wan digire jî dît.

Bernameyeke me heye ji bo Sûriyê, ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk. Em alîgir in ku xwîn êdî neherike. Heger hêzên navneteweyî bi rastî jî dixwazin ku li Sûriyê aştî hebe, refah çêbe, û di vê meseleyê de ji dil bin, nabe ku me nebînin. Aştiya mayînde dema Kurdên li Sûriyê neyên dîtin, pêk nayê. Kurd li gorî hiqûq û qanûnên navneteweyî tevdigerin. Tevî hemû êrîşên çeteyên ser bi dewleta Tirk yên li dijî me hemûyan jî, em li derveyî vê tevnegeriyan. Helwêsteke me ku rê li ber kaosê veke, çênebû. Em dibêjin, hevdîtinên ku di wan de hêzên eskerî û siyasî yên Bakurê Sûriyê cih negirin, ne mumkin e ku encamekê bi dest bixin.