Çareseriya Konfederal
Pencewînî bibîr xist ku li Başûrê Kurdistanê beriya 10 salan, di referandûma bi pêşengiya hin partî û rêxistinên civakî yên sivîl de ji sedî 85 ê gel dengê xwe ji bo serxwebûnê bikar anîn û got, "Bêguman dema pêşketinên li Kurdistana Federal li ber çavan werin girtin, di referandûma tê xwestin bê kirin de ev rêje wê ji sedî 95'an jî derbas bike. Referandûm bi tenê gaveke hikûmeta Başûr wê referandûmê weke qertekê bikar bîne."Pencewînî da zanîn ku li gel nêrîna serxwebûnê beşeke girîng jî li şûna federal alîgirê sîstema konfederal e û der barê vê alternatîfa sêyemîn a li Başûrê Kurdistanê derdikeve pêş".
Vegera Talabanî
Pencewînî diyar kir ku lîderê YNK'ê Celal Talabanî (Mam Celal) ê rewşa tenduristiya wî baş bû, di demeke dîrokî û krîtîk de vegeriyaye Başûrê Kurdistanê û got, "Ne tenê Başûrê Kurdistanê, tevahiya herêm demeke dîrokî dijî. Bi dîtina min di van rojên krîtîk de vegera Mam Celal wê li gelek qadan bandoreke erênî bike. Di serî de hewldanên serxwebûnê, di çareseriya pirsgirêkên navbera partiyên Kurd de wê Mam Celal bandoreke erênî bike. Talabanî wê beriya her tiştî hewl bide cihêbûn û pirsgirêkên navxweyî yên YNK'ê ji holê rake. Bêguman piştî Silêmaniya ku navenda partiya wî lê ye, wê berê xwe bide krîza navbera Hewlêr û Bexdayê."
Parastina Kobanê
Pencewînî da zanîn ku çareserkirina pirsgirêkên navbera partiyên Kurd û xebatên yekitiya neteweyî ya navbera Kurdan de Talabanî dikare tevkariyeke girîng bike û bal kişand ser êrîşên li dijî Kantona Kobanê ya li Rojavayê Kurdistanê. Pencewînî destnîşan kir ku di roja îro de ewlekariya tevahiya Kurdistanê ji Kobanê derbas dibe û got, "Parastina Kobanê parastina tevahiya Kurdistanê ye. Divê hemû Kurd li hemberî çeteyên DAIŞ'ê hêzên xwe bikin yek, bi taybetî jî eger hêzên Başûrî naxwazin Kerkûkê winda bikin, divê di roja îro de Kobanê û Rojavayê Kurdistanê biparêzin."
Serokkomariya Tirkiyê
Pencewînî herî dawî derbarê hilbijartinên Serokkomariya Tirkiyê jî banga piştgiriya Demirtaş li Başûrê Kurdistanê kir. Pencewînî wiha got: "Demîrtaş ji bo Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê girîng e. Ji ber ku li Tirkiyeyê yekemcar Kurdek bi nasnameya xwe ya Kurd dibe namzetê Çankayayê û divê hemû Kurd piştgiriyê bidin wî. Bi taybetî jî ji partî û rewşenbîrên li Başûrê Kurdistanê dixwazim ku destekê bidin Demîrtaş. Ne tenê Bakur divê hemû parçeyên Kurdistanê xwedî li Demîrtaş derkevin."
PERWER YAŞ/BERLÎN