Hevserokatiyê Konseya Rêvber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) di daxuyaniya xwe de bal kişand ser terora desthilatdariya AKP’ê ya li Gever, Silopiya û Cizîrê û got: “Gelê Kurd bi sedê salan e di bin serweriya qirker a çandî a hegemonîk û navendperest a dewleta Tirk de ti zext û zilmeke ku nehatiye nemaye. Ji bo gelê Kurd ji bilî xwerêveberiyê ti alternatîf nema.“

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku zîhniyet û polîtîkaya dewleta Tirk nehatiye guhertin û wiha hate gotin; „Di rê û rêbazan de her çiqasî hin guhertin hebin jî armanc û polîtîkaya qirkirana çandî bêyî jê derkevin dewam kiriye. Hikumeta AKP’ê jî bi zîhniyet û polîtîkaya yek Milet, yek welat, yek al xwestiye bi polîtîkayên qirkirina çandî ya bi sedê salan e tê meşandin bigihêje armancê. Ji ber vê yekê di serî de gelê Kurd li hember gelên Tirkiyeyê mîna gomlekî dînan li wan bikin pergala navendperest a qirker bêyî sist bibe dewam kiriye.”


Pergala otorîter esas digirin

Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin; “Tevî ku gelê Kurdistanê bi Kurd, Ereb, Azerî, Tirkmen, Terekeme, Suryanî, Elewî û Şîa re ji sedî 80 dengê xwe daye HDP’ê, vîna vî gelî ji nedîtî ve tê. Kurdistan bi biryarên ji navendê tên wergirtin û bi walî û qeymeqamên hatine wezîfedarkirin ve tê birêvebirin. Her şêwe biryarên li dijî gel in tên wergirtin û bicih tên anîn. Qedexekirina zozan, daristan, dehl û rezan ku di dema dawî de bi navê ‘herêmên ewlekariyê’ di meriyetê ye, nîşaneya vê rêveberiya li dijî gel e. . Polîtîkaya zext, zor û şer a sed sal in li Kurdistanê tê meşandin, ji bo vê armancê ye.“


Sazîba demokratîk ji holê radikin

Di daxuyaniya KCK’ê de destnîşan kir ku hedefên hikûmetê sazîbûna demokratîk e û wiha hate berdewam kirin: „Ev zîhniyet û polîtîka îro li tevahiya bajar û navçeyan terora dewletê dimeşîne. Her kesên li dijî sîstema wan a despot derdikeve digirin binçavan, îşkence li wan dikin û polîtîka girtinê dimeşîne. Gelê Kurd êdî naxwaze bi rêveberiya dewleteke otorîter, navendîparêz, kêfî û despot bê birêvebirin. Ji xwe li gelek deveran bi şiyara mal ên me ne, kolan ên me ne, tax ên me ne, bajar ên me ne, gaza ji bo xwe bi rêvebirinê hatiye avêtin. 

Dewleta Tirk nikare xwe li vê demokrasiya herêmî ya gel afirandiye rabigire û êrîş dike. Îro li gelek deverên Kurdistanê şerê di navbera hêzên gel û dewletê de bi vî rengî rû dide. Dewlet êrîşî demokrasiya xwecihî, rêveberiya xwe bi xwe ya gel yanî êrîşî xwerêveberiyê dike. 

Gelê Kurdistanê jî li dijî van êrîşan bi xweparastinê, li ber xwe dide.Dewleta Tirk li Cizîr, Silopiya, Nisêbîn û gelek cihên din êrîşî gel dike, mirovan qetil dike û dixwaze sazîbûneke bi vî rengî ya demokratîk ji holê rake. Hikûmeta AKP’ê û Tayyîp Erdogan, li şûna ku hurmetê nîşanî vîna demokratîk a gel bidin, gel hemû terorîst îlan kirine û ragihandine ku heta terorîstekî bi tenê nemîne ew ê şerê xwe dewam bikin.“


‘Tevî xebatên xwerêvebiriyê bibin’

Di daxuyaniyê de tişta li dij polîtîkayên dewletê û AKP’ê bên kirin jî hatin destnîşan kirin û ev bang hate kirin: „ Li dijî helwesta hikûmeta AKP’ê û dijminê demokrasiyê Serokkomarê wê, li dijî polîtîkaya êrîşê ya li hemberî gel Meclîsên Gel ên Silopiya, Cizîr, Nisêbîn û Şirnexê ragihandin ku ew êdî saziyên dewletê nas nakin û bi wan re ti karê xwe nemane, ew ê êdî karê xwe bi xwe bikin; xwerêveberiyên xwe ava bikin. Destnîşan kirin ku eger êrîş li hemberî xwerêveberiyan bê kirin, ew ê mafên xwe yên xweparastina rewa bi kar bînin. 

Li hemberî zîhniyeteke siyasî ku nêzîkatiyên çareseriyê yên maqûl ên Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ya Kurd îstîsmar dike, çareseriya siyasî demokratîk red dike, li şûna çareseriya pirsgirêkên Tirkiyeyê li ser bingeha demokratîkbûyîna Tirkiyeyê di feraseta netewe-dewletiya tekparêz de israr dike û demokrasiya herêmî ya bi feraseta neteweya demokratîk nas nake, ti alternatîfeke din a gelê Kurdistanê nemaye. 

Ji ber vê yekê em îlana xwerêveberiyê yên Meclîsên Gel mafdar dibînin û destek dikin. Em bang li tevahiya hêzên demokrasiyê û hemû civatên pêwîstiya xwe bi demokrasiyê hene dikin ku vê vîna gelên me fêm bikin û destekê bidin. Ji bilî afirandina demokrasiyê ji xwecihî, rêveberiya xwe bi xwe, li ser vê bingehê demokratîkkirina Tirkiyeyê û afirandina jiyana demokratîk û azad a hemû beşên civakê û gelên Tirkiyeyê, ti armanceke cuda ya gelê Kurd nîne. Ji ber ku saziya siyasetê ya li Tirkiyeyê ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û naskirina demokrasiya xwecihî vîn nîşan neda, gelên me neçar man ku vîneke bi vî rengî ya siyasî nîşan bidin.


Îdaleya gel nas bikin

Di dawipa daxuyaniyê de ev bang li dewleta Tirk û hêzên navneteweyî hate kirin: „Em bang li dewleta Tirk û hêzên siyasî dikin ku hurmetê nîşanî vê vîna gelê me bidin, rêxistinbûyînên demokratîk nas bikin û Tirkiyeyê ji vê xitimandina siyasî û rewşa şer derxînin. 

Êrîşa li hemberî vîna demokratîk û vîna xwerêveberiyê ya gelên me, ji bilî kûrkirina şer û dehfdana Tirkiyeyê ber bi kaosa Rojhilata Navîn ve, wê ti encamê bi xwe re nîne.Em bang li tevahiya hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê û hêzên navneteweyî dikin ku li hemberî êrîşa dewleta Tirk a li dijî gel, ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêkan, bi berpirsyarî rabin.“

Daxuyanî bi gotina, „Vîna demokratîk a gelên me wê bi ser bikeve, sîstema totalîter a navendîparêziyê ku êrîşî hewldanên avakirina demokrasiya xwecihî dike, wê winda bike.“ bi dawî bû.    


 ANF/BEHDÎNAN