Li Tirkiyeyê Şanoyên Dewletê jî bi Serokkomariyê ve hatin girêdan. Yavuz Akkuzu yê ku xebatkarê Şanoya Bajarê Amedê ye, biryar rexne kir û got: “Ji avakirina Komara Tirkiyeyê ve şano bi rêveberiyan ve girêdayî ne. Ev jî ji mêj ve xelet e. Bi biryara nû ya ku ‘li Tirkiyê Şanoyên Dewletê wê bi Serokomariyê ve bên girêdan’ kûrkirina vê biryarê ye. Huner di her şert û mercî de divê xweser be.”
Saziyên çand û huner ên li Tirkiyeyê yên wek Şanoyên Dewletê (DT), Bale û Operaya Dewletê (DOB) bi Biryara Hukmê Qanûnê ‘KHK) ya hejmara 703 bi Serokomariyê ve hatin girêdan. Xebatkarê berê yê Şanoya Bajarê Amedê Yavuz Akkuzu li ser mijarê got, huner û saziyên hunerî ji serdema avakirnia Komarê ve bi pergala dewlet û hikumetê ve girêdayî ne. Ev jî polîtîkayeke şaş e.
Ne huner lê dewletê xurt dikin
Lîstikvanên Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin yê Amedê piştî dagirkirina şaredariyê bi destê qeyûm, şanoya xwe ya xweser ava kirin û hunerê xwe dewam dikin. Yavuz Akkuzu jî endamê Şanoya Bajarê Amedê bû. Akkuzu destnîşan kir ku li Tirkiyê ti carî Şanoyên Dewletê, saziyên Opera û Baleyê xweser nebûne: “Li Tirkiyê her tişt li gor xurtkirin û mezinkirina dewletê tê bikaranîn. Ev ji bo huner jî wisan e. Ev pirr şaş e. Rastiya bêalî ya çand û huner bi xweseriyê diyar dibe.”
Akkuzu bi bîr xist ku saziyên huner ji destpêka avakirina xwe ve li gor hişmendiya kemalîst hatine damezrandin û wiha dewam kir: “Di destpekê de saziyên çand û huner bi dewletê ve girêdan. Bi vê rêbazê xwestin hişmendiya Kemalîst bi pêş xistin. Niha dewleteke olperest heye. Hemû sazî bidest xistine. Van saziyan dê li gorî bîr û boçûnên xwe bi rê ve bibin.”
Belkî bale û operayê bi temamî bigirin
Li ser zêdetirkirina girêdana bi dewletê ve yên şanoyê, Akkuzu got, “Lîstikê hişmendiya wan vedibêjin, wê bêhti bên lîstin. Lîstikên ku ew ê binivîsin, wê derkevin ser dike. Êdî hemû boçûn û lêçûn, hemû biryarên sazumaniyê, bijartina lîstik û lîstikvanan dê ji aliyê Serokomariyê ve bi destê mirovekî pêk bên. Pêkan e ku di demên pêş de bale û opera jî bên girtin. Bi reng û teşeya xwe ne li gorî hişmendiya dewletê ye.”
Heman rêbaza bîrdoziyên dewleta Tirk
Akkuzu bi bîr xist ku halê hazir ji sedîç 95´ê şanoyan girêdayî dewletê ne û wiha dewam kir: “Weke mînak li Ewrûpa jî şano yek ser bi dewletan ve girêdayîne. Lê biryarên xwe xweser in. Yan jî nîv xweseriyê ji destê xwe bernadin. Bêhtir jî ji bo destekê bistînin bi dewletan ve girêdayî ne. Di afirîneriya xwe de ne wisan in. Lê li Tirkiyê ji hiş ve jî bi dewletê ve girêdayî ne. Niha jî bi Serokomar ve hatin girêdan û bi heman rêbazê, lê bi bîrdoziya dewleta olperest şano wê bê kirin.” Akkuzu herî dawî got, şano bi xweseriya xwe şano ye.
MA/AMED