´Daxwaza gelê Kurd e´
Daxuyaniya KCK'ê bi vî rengî ye: "Gelê Kurdistanê û dostên gelê me, ev demeke dirêj e li hêvî û bendewariya kombûna Kongreya Neteweyî ne, ku bawerin wê tevkariyê li çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û pêkanîna aştî û aramiya li herêma me bike. Ji bo bersivdayîna li vê pêwîstiyê, par bi beşdariya hemû partiyên siyasî û derdorên civakî yên ji çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, xebat hatibû destpêkirin. Bi nêzîkatiyên fedekar ên hemû aliyên tevlî vê xebatê bûn re, pêşketineke girîng rû da, lê belê negihaşt encama dihat xwestin."
´Hevgirtin xetereyan dawî dike´
KCK bibîrxist ku destpêkirina xebatên Kongreya Neteweyî yên bi pêşdîtineke mezin, ku di demeke pêşketin û xeteriyên cidî li herêma me hebû de, gelekî girîng e. Daxuyanî bi vî rengî dewam dike: "Ji ber şer û pevçûnên li erdnîgariya Kurdistanê û derdora wê diqewimîn, taliyê tinekirina vîn û destketiyên Kurdan dikin hedef. Êrîşên paşverûtiya herêmî û navneteweyî ya bi rêya DAIŞ'ê li Rojava, Şengal, Mexmûr û Kerkûkê rû dan, nîşaneya herî şênber a vê yekê bû. Eger di wê demê de Kongreya Neteweyî bihata lidarxistin, gelê me wê xeteriyên mijara gotinê di asta neteweyî de bi rêxistinbûyînê pêşwazî bikira. Di rewşeke bi wî rengî de jî wê xeterî bi hêsanî bihata beralîkirin û gelê me wê tevkariyeke mezintir li aştî û aramiya herêmê bikira."
´Parastina hevpar gavek e´
Di daxuyaniyê de parastina hevpar jî wekî gavek girîng hat binav kirin û di vê mijarê de wiha hate gotin: "Her çend Kongreya Neteweyî neciviya jî, li dijî êrîş û xeteriyan, hemû hêzên siyasî bi têgihiştineke yekîtiya neteweyî tevgeriyane. Ji bo parastina Kurdistanê li gelek eniyan yekîneyên parastina hevpar hatine avakirin, gelê me sînor ji nava xwe rakir û bi hawara hev çû. Partiyên siyasî û beşên civakî ketin nava piştevaniyeke xurtir, herî dawî partiyên siyasî yên li Rojava li hev kirin û ev piştevanî û yekîtî xurtir kirine. Di encama van nêzîkatî û helwestên erênî de çeteyên DAIŞ'ê li ber sînorên Kurdistanê hatine rawestandin û gelê Kurdistanê desteka raya giştî ya cîhanê ya demokratîk wergirtiye."
´Bê yekîtî serkeftin nabe´
KCK destnîşan kir ku şert û mercên heyî, tevî ku bingeha Yekîtiya Neteweyî xurt kiriye di heman demê de pêkanîna vê yekîtiyê weke neçariyekê ye. KCK wiha pê de çû: "Ji xwe, paşverûtiya global û herêmî ya bi navê DAIŞ'ê derket pêş, weke gefek li tevahiya cîhanê hatiye tespîtkirin û li dijî vê koalîsyoneke navneteweyî hatiye avakirin. Ev xeteriya ku cîhanê pêwîstî pê dît li dijî wê bibe yek, eger gelê Kurdistanê bi rewşeke ji yekîtiya neteweyî bêpar pêşwazî bike, wê ev yek xefleteke mezin be. Ji ber ku ev xeterî di nav sînorên Kurdistanê de ye û armanca wê ya destpêkê jî tinekirina destketiyên gelê Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê divê Kongreya Neteweyî bi lezgînî bicive, hêz û vîna hevpar a gelê me xwe birêxistin bike."
ANF/BEHDÎNAN