
Piştî ku li Sûriyeyê rageşî qewimî gelê Kurd ji bo parastina xwe dest bi avakirina Xweseriya Demokratîk kirin. Kurdistaniyan bi vê yekê hem parastina xwe xurt kirin û hem jî yekitiyek di navbera hêzên Rojava de ava kirin. Her wiha Kurdan ne tenê gelê hemû gelên ku li Rojava ne parastin. Di serî de Tirkiye û gelek dewletên din ji bo vê hêza Kurdan bişkînin û Kurdan bikşînin nav şer, xwestin ji Serêkaniyê komên çete bişînin Rojava. Şervanên YPG’ê li hemberî komên çete berxwedaneke dîrokî nîşan dan û komên çete ji ser axa Kurdistanê qewirandin. Aliyê ku gelên Rojava diêşand û xemgîn kir helwesta hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê bû. Rayedarên Herêma Federal a Kurdistanê li şûna piştgiriyê bide Rojava hem deriyê sînor li ser rûyê Kurdan girt û hem jî çûyîna alîkariyê asteng kir.
Li hemberî vê hewldana hikûmetê Kurdistaniyan li Hewlêrê Koma Piştevaniya Rojavayê Kurdistanê ava kir. Koma Piştevaniya Rojavayê Kurdistanê ji bo alîkariyê dest bi xebatê kir. Li aliyekî ji bo vekirina deriyê sînor bi rayedaran re hevdîtin çêkirin û li aliyê din jî kampanyayên alîkariyê da destpêkirin.
Heyet çû ser sînor
Koma Piştevaniya Rojavayê Kurdistanê ji bo pirsgirêkên li ser sînor tên jiyîn di cih de bibînin û bê rewşa derî di çi astê de ye heyetek ji 4 kesan pêk tê ava kir. Heyet ji Hewlêrê çû ser sînorê di navbera Başûr û Rojava. Heyet li ser Çemê Dîcleyê derbasî Başûr bû. Heyet çû gundê Sehela Duhokê ku li wir amûrên sotemeniyê tên standin. Heyet li wir bi Kurdistaniyên Rojava re hevdîtin pêk anî. Kurdistaniyan diyar kirin ku li gorî demên berê niha pêşmerge zêde astengiyan dernaxin, car caran jî alîkariyê didin wan. Kurdistaniyan ragihandin ku pêşmerge destûrê nadin ku ew amûrên xwe bi wesayîtan bibin Rojava û ev tişt anîn ziman: “Ji ber ku em amûrên şotemenî û yên din li ser pişta xwe dibin, gelekî zehmetiyê dikşînin. Em bîdonên 20 lîtreyî didin ser pişta xwe û di vê sir seqemê de saetek û nîvekê rê dimeşin. Em her roj vê heman zehmetiyê dikşînin.”
Kurdistaniyan destnîşan kirin ku neteweyek li ser xurekên li ser piştan tên kişandin nikare debara xwe bikin û wiha berdewam kirin: “Em ne tenê amûrên sotemeniyê dibin, em çewalên xurekan jî bi xwe re dibin. Bi milyonan kes bi çend çewal xurek nikarin debara xwe bikin û bi çend bîdon mazot jî nikarin di vê zivistanê de xwe germ bikin.” Kurdistaniyan bang rayedarên hikûmetê kirin ku demildest hemû deriyên sînor ên ku hatine girtin vekin.
HEWLÊR