
Demîrtaş da zanîn ku, dewlet û hikûmet dixwaze çapemeniyê li gorî xwe araste bike û bi sînor bike û destûr nade ku li ser rastiyan lêkolîn bike û bûyerên tarî ronî bike. Demîrtaş wiha got: “Gelo li vî welatî tenê mafê civakê gihiştina agahiyên aktuelin? An jî gihiştîna hemû rastiyane? Ger ku rojnameger û çapemenî komkujiya Dêrsim, Koçgirî, valakirin û şewitandina gundan nenivîse û ronî neke. Ger ku nekare rastiyan serbest binivîse, em nikarin behsa azadiya çapemeniyê bikin. Ger ku Serokwezîr Erdogan behsa aştiyê dike, wê demê divê berî her tiştî rojnamegerên ku ji ber nivîsên xwe wekî terorîst tên sûcdarkirin serbest berde. Divê çapemenî alîgirê heqîqetê be û azad tev bigere ku xizmeta aştiyê bike. Ger ku ne wisa be li pêş aştiyê bibe asteng.”
Demîrtaş da zanîn ku, di dirokê de çi bi serê elewiyan hatiye ji ber ku nebûne yek û tifaqa xwe pêk neanîne bi serê wan hatiye. Demîrtaş, xwest ku tu welatiyên elewî ji ber nasnameya xwe ya elewiyê netirsin û bi wêrek nasnameya xwe ya elewiyê biparêzin û wiha got: “Divê hikûmet jî zimanê xwe yê li hemberî elewiyan rast bike. Divê çapemenî jî helwesta xwe ya li hemberî elewiyan rast bike. Divê pêşdaraza di navbera elewî û suniyan de rabe. Divê berî her tiştî pêşdarazên li hemberî hev rakin. Ji bo vê yekê divê berî her tiştî dewlet feraseta xwe biguhere û rê li pêş van pêşdarazan veneke.” Demîrtaş da zanin ku, sunî berpirsiyarê parastina azadiya elewiyan û elewî jî berpirsiyarê azadiya suniyane.
Demîrtaş ji ber sekna gelê koçgirî bi taybet silav û hurmetê xwe şand.
Civak aştiyê dixwaze
Demîrtaş bilêv kir ku, li Tirkiyeyê nêzî 2 mehin rojeva sereke nîqaş û hevdîtinên di derbarê Îmralî de ye û ew jî hem bi baldarî dişopînin û hem ji bo ev pêvajo ber bi aştiyê, muzakereyan ve bimeşe di nava hewldan û tekoşînê de ye.
Demîrtaş diyarkir ku, her kes ji 7 salî heta 70 salî aştiyê dixwazin û her kes vê pêvajoyê dixwaze û diparêze. Demîrtaş anî ziman ku, rol û rista partiya wan diyarde ye û wiha axivî: “Em dibêjin ger ku dê li vî welatî aştî bê em ji bo deng û hilbijartinê nêzî pêvajoyê nebin. Divê em ji bo pêşeroja gel û Tirkiyeyê tev bigerin. Divê em ji bo qoltixên xwe nêzî pêvajoyê nebin. Divê em dest ji nêzîkatiyên popîlist berdin. Aştî ne ji bo 2 partiyane. Aştî ji bo hemû kesane. Divê karker, xwendekar, çotkar, kedkar, esnaf, nivîskar, siyasetmedar û hemû beşên civavê tevlî vê pêvajoyê bibe û nerînên an li ber çavan bigire.”
Demîrtaş da zanîn ku, ew ji destpêkê heta niha muzakere û diyalogê diparêzin û ev rêgeza wan a sereke ye. Demîrtaş aşkera kir ku, ji bo di van rojên krîtîk û girîng de pêvajo bi serkeftî derbas bibe divê hikûmet li hemû gavên xwe û gotinên xwe baldar be. Nameya ku ji Îmraliyê şand gihişt destê me. Ji bo ku em vê nameyê bi lezgîn bi encam bikin em dê bi partiya xwe re parve bikin û em dê pêşniyar û nerînên xwe bi heyetek din ango bi riyek din dîsa bişînin ji Îmraliyê. Em bêyî ku ji berpirsyariyê birevin û xwe bidin alî em dê hewl bidin ku hikûmetê jî têxin nava hewldanê. Ger ku em şaş û li gorî xwe nêzîk bibin dê pêvajo bi ser nekeveEm piştgiriyê nadin projeyên AKP’ê. Em ji bo pêşketina aştiyê piştgiriyê didin vê pêvajoya hevdîtinê da ku rê li pêş diyalog û muzakereyan vebe.”
‘Em ji polîtîkaya xwe bawer in’
Demîrtaş li ser polîtîkayên BDP’ê jî rawestiya û wiha berdewam kir: “Em ji polîtikayên xwe û pratîka xwe bawer in. Ji ber ku em bi rêgezan tev digerin. Lê AKP çiqas durist e çiqas ne duriste dê bêtir ronî bibe. Aştiyê û çareseriyê dixwaze dê diyar bibe. Ger ku AKP feraseta xwe di qada stratejik de neguhere tu gavan nikare bavê pêş. Ger ku feraseta xwe neguhere aştiyê pêş nake. Ji bo em feraset û hişmendiya AKP’ê biguherin em têdikoşin.”
Herî dawî Demîrtaş li ser hişmendiya kesên çareseriyê naxwasin rawestiya û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hişmendiya ku di serdema Komarê de pirsgirêka Kurd ava kir, niha nikare dersa demokrasiyê bide me. Hişmendiya ku li vî welatî komkujî pêk anî û polîtikayên wêdekirin, bindestî û înkarê pêş xist nikare dersa demokrasiyê bide.”
ENQERE