
Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş bersiv da vê yekê û diyar kir ku li holê tu stratejiyek nû tune ye, berdewama stratejiya ewlekarî ya AKP’ê heye.
Hevserokê BDP’ê Selhattîn Demîrtaş, li ser rûpela xwe ya Twitterê ‘stretejiya nû’ ya hikûmetê ya ji bo têkoşîna li dijî PKK’ê û doza Kurd a ku di çapemeniya Tirk de cihek berfireh girt nirxand. Demîrtaş da zanîn ku îro hin rojnameyan tiştek bi navê ‘stratejiya nû ya AKP’ê ya ji bo pirsgirêka Kurd’ belav kirine. Ev yek berdewama stratejiya ewlekariyê ya ku niha berdewam dike ye. Ev konsepta ewlekariyê bi Newrozê re bi fiyaskoyê bi encam bûye, niha jî vê yekê bi hevokên îfade dikin û dixwazin xwe rizgar bikin.
Li holê tu stratejiyek filan tune ye. Ji bo stratejiya ku îflas kiriye nekeve ber pirsyariyan, hewl didin ku weke ku stratejiyeke nû ye, nîşan bidin. Ev yek ji bilî bêçaretiyê ne tu titşek din e.”
Her wiha, Demîrtaş nerazîbûnek tund nîşanî rojnameyên Yenî Şafak, Bugun û Yeni Akît ên ku îdia dikin ku polîsê li Cizîrê hate kuştin, guleya ji avahiya BDP’ya Cizîrê hatiye avêtin. Demîrtaş vê yekê weke “bêbextî” bi nav kir û gotinê xwe wiha bi dawî kir: “Îdiaya ku dibêjin ji avahiya BDP’ya Cizîrê gule li polîs hatiye reşandin, bêbextiye namerdane ye. Berûvajiyê wê, polîs avahiya me dane ber guleyan, bi qûndaxan li serokê me yê navçeyê xistine û ew niha di Beşa Lezgîn a Nexweşxaneya Dîcleyê de ye. Ev bêbextiyane nikarin êrişa li ser partiya me veşêrin.”
ANF/ENQERE