Namzedê serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş jî têkildarî encamên hilbijartinê li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyanî da.
Demîrtaş ji Girtîgeha Edîrneyê encamên hilbijartina 24’ê Hezîranê nirxandin. Parvekirinên Demîrtaş wiha bûn:
“Ez partiya xwe HDP’ê jî pîroz dikim a ku ligel şertên Rewşa Awarte, zext û zordariyan benda hilbijartinê derbas kir. Ez îradeya gel silav dikim a ku li derdora HDP’ê bû xeleq. Di van şertan de serkeftineke mezin e ku HDP ew ê di meclîsê de cih bigire.
Bîr û baweriya gelê me ya siyaseta demokratîk, ji bo me fermana têkoşîna azadiyê ya ji bo aştî û azadiyê ye.
Bêedalatiya herî mezin ev bû ku min di girtîgehê de kampanya bi rê ve bir. Ji ber vê jî ew ê meşrûbûna encaman jî were nîqaşkirin.
Ez ê bê navber têkoşînê bidomînim
Namzetên din 100 mîtîng lidarxistin, min jî tenê 100 tweet nivîsandin. Çi ji destê min hat, min ji bo gelê xwe kir. Min hewl da rol û mîsyona xwe bi cih bînim. Ez bawer dikim ku keda min jî heye ku me HDP bir meclîsê.
Lê ew ê kêmasiyên min jî hebin. Ji ber vê jî ez lêborîna xwe dixwazim û xwe diavêjim bextê fireh ê gelê xwe. Pozîsyona min çi dibe bila bibe, ez ê bê navber têkoşînê bidomînim.”