
Asîmîlasyona rejîma Baesê
Li gorî daneyên dîrokî û agahiyên ji niştecihên herêmê hatin girtin; ji sedî 70 niştecihên resen ên herêma Babê Kurd in. Lê ji ber polîtîkayên Baesê yên ereb-kirinê, û beriya wê yên Îtîhad û Teraqiyê, ev Kurd niha bi zimanê Erebî û Tirkî diaxivin. Bi taybetî di dema kembera Erebî de ev polîtîka li vir serwer bûn. Wê demê malbatên Ereb û Tirkmen sewqî van deveran dihatin kirin û li vir dihatin bicihkirin.
MÎT û plana herêma tampon
Lê bi destpêkirina aloziya Sûriyeyê re, MÎT a Tirkiyeyê ev plan dewam kirin. MÎT’ê Tirkmenên girêdayî xwe anîn û li vir bi cih kirin. DAIŞ jî heman tişt pêk dianîn. Ev jî bi pirranî di oxira pêkanîna herêmeke tampon li Bakurê Sûriyê de bû.
Bi êrîşa dawî ya 2016’an a artêşa Tirk a li dijî herêmên Şehbayê û dagirkirina vê herêmê re, Tirkiye bi şêwazekî beloq vê guherîna demografîk pêk tîne.
Çavkaniyên herêmî ji Babê ji ANHA’yê re ragihandin ku Tirkiye niha Kurdên li herêmê direvîne û dibe cihekî nediyar. Heta niha çaranûsa wan jî nayê zanîn. Her wiha hat zanîn ku balefir û topavêjên Tirkiyeyê, gundên Kurdan ên ku DAIŞ’ê vala kirine hedef digire û dirûxîne. Bi vê yekê re tê xwestin ku gund ji niştecihên xwe bên valakirin. Wiha digihîje armanca guherîna demografîk.
Dema mirov di vê çarçoveyê de, daxuyaniyên rayedarên Tirk ên parastina Tirkmenên li vê herêmê û di bin vî navî de dagirkirina wê ya herêmê jî bi bîr bixe, ew ê ji pêkanîna vê planê piştrast be.
Şehba bi Tirkî tê dagirkirin
Tirkiye ji roja derbasî Cerablusê bûyî ve alên xwe li ser cihên cameweriyê hildan û bi nivîsên Tirkî her dever bi nav kir. Her wiha navên gundan û herêman jî hatin guherandin. Weke mînak ji roja artêşa Tirk bajaroka Raî dagir kirî ve navê bajarok weke “Çopan bay” bi nav kiriye.
Dîsa ji roja Tirkiye derbasî herêmê bûyî ve, zêdetirî 220 gundên Kurdan dagir kirine. Ji van zêdeyî 50´î gundî bi temamî ruxandine. Her wiha bi hezaran şêniyên vê herêmê bi darê zorê derxistine û koçber kirine.
Dema mirov vê tîne ziman di heman demê de, dema dagirkirina Tirkiyeyê ya Lîwaya Skenderûnê xwe dide der. Di dîrokê de jî, Tirkiye dema ku Lîwaya Skenderûnê ji Sûriyeyê stend, wê demê Kurdên vê herêmê hemû derxistin û birin çiravên Edeneyê. Bi demê re hejmara Tirkan li wir zêde kir û bajar veguherand bajarekî Tirkî.
Armanca Tirkiyeyê mayîndebûn e
Li aliyê din dema mirov dagirkirina Tirkiyeyê ya Qibris û Iraqê jî bîne bîra xwe, ew ê bigihîje wê encamê ku di roja îroyîn de Tirkiye niyet nake ku ji Şehbayê derkeve. Dema ku behsa vê mayîna mayinde tê kirin, maneya vê ew e ku metirsî ne tenê li dijî Kurdan e, li dijî hemû niştecihên herêmê heye. Deriyekî din ji bo vegerandina împaretoriya mirî ya Osmanî tê vekirin. Ew ê jî bi xwe re dîroka tarî ya dagirkeriya vê împaretoriyê li vê herêmê vegerîne.
SILÊMAN EHMED / ANHA / ŞEHBA