Hebû tunebû, pir zeman berê komeke demoyên (gel) Yunanistanê kratiya (serkariya) hin bajaran girtine destê xwe û ji serkariya xwe re Demokratia gotine. Ev hewldana wê demê bû çîroka girse, pêkhate, çîn û tebeqeyên gel xapandinê. Kî şûrê Demoklesê yunanî dike destê xwe, vê demokrasiyê dike perdeya poşandina xinizî û xwînxwariya xwe û li ser seriyan dihejîne.
Dibêjin: Li ser banga RTE; çêlikên Ocaxên Osmanî, tarîqat û Daîşî li qadan „demo qirase“ bi qirase û kêran parastine. Leşkerek jî ji bo vê serkeftina „demo qirase“ wek gorî bi şiyara „Allahû Ekbar“ serjêkirine. Bi vî awayî nîşanê cihanê dane ku ew çendî „demo-qirase“ ne. Li gor rivayetan Demokles jî tirsiyaye, şûrê xwe avêtiye û wenda bûye.
Tê gotin ku: Ew kesê nav Kilicdaroglu jî, bi wê ala ku bi xwîna gelan û bindestan hatiye sorkirin derketiye Taksîmê, strana demokrasiyê di deh xalan de gotiye. Bêgûman, celat jî bi van stranên wî kenyane. Li gor gotinan wî mirovê tarî Baxçelî jî benîştê „demoqirase“ cûtiye.
Tevahiya çapemeniyê, mirov, rojnameger, ramanwerên qirase jî, van rojan tenê li dora peyva Demi-qirase direqisin.
Gelo ev peyva „Demokrasî“ kengê hate Tirkiyê? Dibe ku kesekî di dema Grêkiya antîk de ev çîrok anîbe Anatolyayê, gel ji dûr ve bihîstibe, lema her kes behsa çîrokek wisa dike?
Lê baş tê zanin ku serkarên tirk her tiştî digirin, ji qalikê wê derdixin, diherimînin, li karektera xwe tînin û wisa difiroşin. Niha jî bi hemû hêza xwe ve dixebitin ku di nava mij û morana vê qaşo derba leşkerî ku pir tarî ye de, dîktatorya û faşîzma RTE wek demokrasiyê pêşkêşê cihanê bikin.
Lê hin fesadên cihanê hene, wekî sêhrbaz û avzûnkaran e. Li gor gotinan zanyarê siyasetê Dr. Lawrence Britt’ ji wan fesadî yek e. Wî nîşaneyên faşîzm û dîktatoryeke xwînîn wiha şirove kiriye:
„Piçûk dîtin û binpêkirina mafê mirovan. Bê navber mijara çîrokên dijmin û gasikên destê dijminan derxistina pêş û keçelokek şîmaqan dîtin. Hêzên ewlekarî û leşkerî pîroz û mezin destnîşankirin. Destdanîna ser hemû alav û saziyên ragihandinê. Bê navber behsa ewlehiya netewî kirin. Di navahev de helîna ol û serkariyê. Cudahkariya zayendî. Parastina hêza sermaya arzî. Çewisandina hêz, çîn û saziyên kedkaran. Bi tewanbarkirin û cezakirinan sazî û girseyên gel girtina bin cenderê. Piçûkxistin û piçûk dîtina rewşenbîr û hunerê. Meriv û alîgirên xwe derxistana pêş, ketina nav gendeliyeke bê sînor. Hilbijartinên bi dek û dolap. Bê navber bangaşiya netewperestî kirin“ (mînak wek: Tek mîlet, tek al, tek welat; fetîşîzma alê û sembolan, marş û sirûdên osmanî bi rêya koma Mehterê û...)
Ma ev ne rastiya Tirkiyê û serkariya RTE/AKP ye? Mirov dibêje qey wî fesadê zanyariya siyasetê li nava çavên RTE nêriye û jê ev rastî xwendine. Rastî were pirsîn; ev komara Tirk a sosret ji roja hatî demezirandin hetanê îro tenê xwedanê van karekteran e. Hîç neguherîye.
Ha ez baqilan dizanim! Wê ew baqil hima vê pirsê bikin. „Ma derba leşkerî bi serbiketa, wê ji bo me baştir ba?“ Hûn bawer bikin nekin, bersiva vê pirsê jî di nav xwînxwariya serkarên tirk de veşarti ye. Di dema osmaniyan de kêliya yekê dihat îdamkirin xwedî bext û şans ba, qadiyê înfazê ji wî goriyê mirineke çawa dixwaze dipirsî. Pirsa wan qadiyên bi merhemet û wîjdan ev bûye: „Tu dixwazî bi çil qatiran yan çil satiran were îdam kirin?“
Aha bersiv ev e. Yanê darbe bi serketa jî, dê ji bo me zêde tişt neguheriya. Wê heman dijminahî bidomiya, jixwe ji serkariya RTE xirabtir jî serkarî tune. Wê herî zêde ew jî bi qasê xwînxwariya RTE dijminê me ba. Lê dibû ku piçek bayê xwînxwariya îslamîstan bişkesta. Yên ji bo kurtêlan bi dêlya RTE ve zeliqîne, ji tirsan jî ba, bi kêmasî hinek bêalî bisekiniyana. Wan ê mafya RTE bela bikirana, hetanê mafya xwe avabikirana, gelek firsend bi destê me biketa.
Bi gotineke kurt û kurmancî herdu jî çêlikên gur ên bi jehra dûpiştikên çolistanê ne, di mijara kurd û Kurdistanê de ji hev xwînxwartir in. Em ne li benda çil satir ne jî çil qatiran e. Em li benda azadî û serxwebûnê ne. Êdî kurd bi çîrokên demokrasiyê, dek û dolabên osmaniyan naxapin.