
Ji bo hilbijartinên Meclîsên Şaredariyan li Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê û Rojava xebat dewam dikin. Hejmara bernamzetên hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên li Girê Spî gihişt 491´ê. Li Şehbayê jî lîsteya hevpeymaniya “Şehbaya Paşerojê” hat pêşkêş kirin.
Hejmara bernamzetên hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên giştî li katnona Girê Spî gihiştine 491´ê.
Bernamzetên navenda Kantonê 62 kes in ku 31 ji wan jin in. Hejmar bernamzetan li navçeyên Eyn Îsa û Silûkê giştiye 126 kesan ji van 63 jin in, hejmara bernamzetên bajarokan jî gihiştiye 266 kesan ku 133 jin di nava wan de hene.
Hejmara bernamzetên serbixwe yên Girê SPî 37 kes in.
Bernamzet ji aliyê komseriya Bilind a Hilbijartinan ji îro ve destpê kir û wê heta 10`ê mehê dewam bike.
Meclîsa kantona Şehba û Partiya Hevpeymaniya Niştimaniya Demokratîk a Sûriyê, lîsteyek bi navê bernamzetan teslîmî Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Navenda Komîseriya Bilind a navçeya Fafîn kir. Her wiha lîsteyên her 4 navçeyên li kantonê hene pêşkêşî navenda Komîseriya Bilind a Hilbijartinan kir.
Li gor agahiyên Komîseriya Bilind hejmara bernamzetên lîsteya hevpeymaniya “Şehbaya Paşerojê” ya Meclîsa Navenda kantonê 70 ye. Hejmara bernamzetên meclîsên her çar navçeyan jî wiha ye: Navçeya Ehres 46, navçeya Kefer Naya 50, navçeya Fafîn 45 û navçeya Til Rifeet jî 50 bermanzet in.
Hatiye plankirin ku hilbijartinên rêveberiya herêmî di 1`ê Kanûnê de destpê bike. Ev hilbijartin pêngava 3`yê ya hilbijartinên Federaliyê ye ku li ser 3 qonaxan hate belavkirin; pêngava yekê hilbijartinên hevserokên komînan, paşê hilbijartinên rêveberiya herêmî û herî dawî hilbijartinên herêmî û Kongreyên Gel a Demokratîk. Ew jî tê payîn ku 19’ê Çileyê 2018’an li dar keve. n NAVENDA NÛÇEYAN