Li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê xelk di qonaxa yekê ya hilbijartinan de ji bo diyarkirina hevserokên komunan doh çû ser sindoqan. Li her sê herêm Federalîzma Demokratîk a Bakurê Sûriyê jî xelkê di nava atmosfereke cejnê de çû ser sindoqan. Ji hemû pêkhateyan, jin û mêr, ciwan û kal û pîr şûn ser sindoqan û dengê xwe dan.

Hilbijartinên Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê doh bi pêşbaziya di nava 12 hezar û 421 namzetên hevserokatiya hezar 866 komunan dike, ango wê 3 hezar û 732 hevserok bên hilbijartin.

Ji hemû beşên civakê xelk çû ser sindoqan û herî zêde jî jin elaqeyê nîşanî hilbijartinê didin. Jinên ku elaqeyeke mezin nîşanî hilbijartinê didin, ji bo dengê xwe bidin, ji serê sibê ve berê xwe dan navendên hilbijartinan.    Heta saet 20.00´an dengdanê dewam kir. 


Kurd, Ereb, Tirkmen û Ermen

Welatiyên Girê Spî yên Kurd, Ereb, Tirkmen û Ermen jî li kantonê berê xwe dan 326 navendên hilbijartinê da ku hevserokên 325 komunên li kantonê hilbijêrin.

Dengdanê weke li her derî li vir jî saet 08.00ʹê sibehî dest pê kir. Şêniyên kantona Girê Spî dengên xwe li 326 navendan, li 360 sindoqan bi kar anîn. 

Navendên hilbijartinan li bajarê Girê Spî, li bajarokê Eyn Îsa û li gundên kantonê li cihên ku Komseriya Bilind a Hilbijartinan diyar kirî, hatin vekirin.


Bi def û zirneyê weke dawetê çûn dengdayînê

Bi rihê berpirsyariyê û moralê bilind û bi dengê def û zirneyê welatiyên herêma Efrînê berê xwe dan navendên hilbijartinê.

Komseriya Bilind a hilbijartinan a Kantonên Şehbayê û herêma Efrînê doh sibehê deriyê 415 navendên hilbijartinan vekir. Li van navendan 415 sindoqên hilbijartinan ku 2 hezar û 75 mamoste çavdêriya wan dikin, danîn.

Ji danê sibehê ve bi hezaran welatiyên Kantona Şehba û Efrînê ên Kurd, Ereb, Tirkmen, Êzîdî, Arnewût û Çerkes û nûnerên partiyên Kurdî, êlên Ereban, sazî û desteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk berê xwe dan navendên hilbijartinan.

Atmosfêra hilbijartinan li Efrînê cuda bû, welatiyan bi def û zirneyê berê xwe da navendên hilbijartinê. 

Rêveberan jî hevserokên xwe hilbijart 

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEMʹê Aldar Xelîl, Hevseroka Meclîsa Qanûnsaz a Kantona Cizîrê Nezîra Goriyê, Hevserokê Desteya Rêveber a Federaliya Bakurê Sûriyê Senherîb Bersûm û Hevseroka PYDʹê Asya Ebdulah berê xwe dan ser sindoqên hilbijartinan û dengê xwe dan.

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEMʹê Aldar Xelîl li komuna Şehîd Mîdya ya taxa Nasra ya kantona Hesekê ya herêma Cizîrê mafê xwe yê dengdayînê bi kar anî.

Hevseroka Meclîsa Qanûnsaz a Kantona Cizîrê, Nezîra Goriyê li navenda komuna Şehîd Aram a li taxa Wista ya bajarê Qamişlo ya herêma Cizîrê dengê xwe da.

Li Dêrikê jî Hevseroka PYDʹê Asya Ebdulah berê xwe da navenda komuna Şehîd Cûdî ya li taxa Rojava û dengê xwe da. Asya Ebdulah têkildarî hilbijartinan got, komun bingeha sereke ya rêxistinkirina civakê ye û destnîşan kir ku gel bi van hilbijartinan xwe birêxistin dike.

Hevserokê Desteya Rêveber a Federaliya Bakurê Sûriyê Senherîb Bersum li komuna Şehîd Aram a li taxa Wista ya bajarê Qamişlo dengê xwe bi kar anî.

Hevseroka Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Foza Yûsif jî li Komungeha Şehîd Rihan a taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo mafê xwe yê dengdayînê bi kar anî. Foza Yûsif diyar kir ku ew sîstem û civakeke demokratîk ava dikin û hilbijartin gava yekem e ber bi serketin û pêşketinê.


Suryanî û Ereban jî deng da


Suryaniyên bajarê Hesekê bi dildarî û amadebaşiyeke mezin tevlî dengdanê bûn. Doh ji danê sibehê û pê ve wan berê xwe da navendên dengdayînê û dengê xwe da. Li gorî rayedarên Komîseriya Bilind a Hilbijartinan tevlîbûneke mezin a welatiyên Suryanî ji bo hilbijartinan doh li Hesekê û tevahiya herêmên Bakurê Sûriyê çêbûye. Gelek jinên Ereb berê jî li navendên hilbijartinan dengê xwe dan. Li navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê jinên Ereb bi coşeke mezin berê xwe dan ser sindoqên hilbijartinan. Li Tirbespiyê 345 namzet ji bo hevserokatiya 43 komunan di pêşbirkê de ne. Dengdayîn li navçeyê li 13 navendan pêk hat.


 NAVENDA NÛÇAYAN