Xelkê Şengêlê ji bo debara xwe, dest bi karê çandinyê kirin.Xelkê Komelgeha Guhbel ya Şengalê ji ber baranbarîna zêde demsala çandiniyê dereng destpêkirin.

Şengaliyên ji ber êrişên çeteyên DAIŞ’ê neçar man ji warên xwe koçber bibin, piştî ku Şengal hate rizgarkirin,careke din vegeriyan ser warên xwe û bi derfetên xwe kar dikin.Xelkê Şengalê debara jiyana xwe bi çandiniyê dikin. Lê, welatiyên karê çandiniyê dikin, diyar kirin ku îsal ji ber barîna baranê demsala çandiniyê dereng ket.

Ger baran û lehî nerabe

Dayîka bi navê Şemê Xelef dibêje:”Ji ber li Şengalê derfetên kar pir kêmin, ji neçarî em çandiniyê dikin. Ji ber barana îsal zerer gihişt me û çendiniya me dereng ket. Lê dîsan jî me çandiniya xwe destpê kir. Ger baran û lehî nerabe em ê karê xwe berdewam bikin.”

Em ne li ber deriyê kesekê ne

Welatiyê bi navê Nasir Eliyas jî got:”Piştî salek koçberiyê em çarekedin vegeriya ser axa xwe.Piştî em vegeriyan, me dest bi çandiyê kir. Xelkê Şengalê piranî debara jiyana xwe ji çandiniyê dikin. Em her sal vî karî dikin. Berhemê vî karî kême, lê dîsan spas ji Xwedê re ku em ne minetdarê ti kesî ne. Em karê xwe bi xwe dikin. Em ne li ber deriyê kesekê ne. Ji berî fermanê ji me ev kar dikin.”

 

 ROJNEWS/ŞENGAL