Li kantona Şehbayê demsala çinîna pîvazan e. Cotkarên li gund û navçeyên kantona Şehbayê dest bi çinîna mewsima pîvazan kir. Pîvaz li kantona Şehbayê berhemeke gelek navdar e. Li gorî cotkaran, mewsima pîvazan têra kantonê dike. Ji lewma  şêniyên herêmê rûberên fireh diçînin. Li gorî Komîteya Aborî û Çandiniyê, berhema her hektarekê di navbera 50-70 tonî de ye. Ew jî bi xizmeteke baş ji gubre (semad) û avdanê ye. Hin caran jî her hektarek zêdetirî 70 tonî dide. Pîvaz li zeviyên avî tên çandin. Ew jî piştî sererastkirina zevî, axşûvkirin û ajotinê tê çandin. Li gorî Komîteya Çandiniyê û Aboriyê, di destpêka meha Sibatê de pîvaz tên çandin. Lê belê beriya wê divê zevî hatibe amadekirin. Rêjeya tovê ya her hektarekê di navbera 8-10 kg de ye. Piştî çend mehan ji çandina tov, xebata axşûvê bi rêya reşandina dermanan a bi navgîniya traktor an jî bi destan, tê kirin. Endezyar û endamê Komîteya Aborî û Çandiniyê Basim Osman li ser mijarê peyivî û got; Cotkaran  beriya çend rojan dest bi çinîna mewsima pîvazan kiriye. Pîvaz têra şêniyên kantona Şehbayê dike.

 

ANHA/ŞEHBA