Hozanê Kurd Ebdulrehman Omer ku bi navê Bavê Selah tê nasîn, ji ber nexweşiya xwe ev çendek li nexweşxanê bû, jiyana xwe ji dest da.

Hozanê Kurd ê welatparêz Bavê Selah doh serê sibehê li Nexweşxaneya Avrîn a bajarê Efrînê, ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da. Omer yê 64 salî jiyana xwe ji bo vejandina çand û hunera Kurdî derbas kir. Bavê selah ji gundê Kurdan yê navçeya Cindirêsê yê Kantona Efrînê ye. Bavê Selah bi têkoşîn û vejandina çand û huner Kurdî dihat nasîn. Ew ji ber kesayeta xwe ya şoreşgerî, çend caran ji aliyê sîstema El-Baas ve hatiye girtin. Tevî zext û fişarê jî têkoşîna xwe ya di warê parastina çanda Kurdî de bênavber berdewam kiriye.


Ji dayika xwe stranan dielime

Bavê Selah di sala 1952 ji dayîk bûye û li gundê Gorda ya herêma Efrînê di destpêka zarotiya xwede fêrî strana dibe. Dayika Bavê Selah ew fêrî strana kir ji ber ku wê stran ji bavê xwe Îbramê Tirko jiber kiribûn. Bandora dayika wî li ser gelekî hebû û dema ku bapîrê wî Îbramê Tirko serdana wan dikir Bavê Selah diçû li tenişta wî rûdinişt. Gava zarok bû ji dayika xwe daxwaz dikir ku herin li gel gundê bapîra xwe ku navê gund Çeqela Comê bû.  

Bavê Selah ê 9 salî her roj diçe gundê Kora ji bo ku fêrî tembûrê bibe. Wek ku tê gotin Bavê Selah di demek kurt de fêrî tembûrê dibe û bi rengekî fermî dest bi strana dike. Di şahîyên gundên xwe de û li gundên derûdora gundê wî stran û şevbûhêrk li dar dixistin.


Tevlî Koma Armanc dibe

Ji ber ko rewşa aborî ya Bavê Selah ne baş bû ji gundê xwe derdikeve berê xwe dide bajarê Helebê û li Helebê dest bi karê hesinkariyê dike. Li Helebê Bavê Selah tevlî Koma Armanc dibe û bi hevalên xwe re yên di Koma Armanc de dest bi tomarkirina kasêtan kirin.  


Li gel stranbêjiya xwe helbastkar jî bû

Di kasêta çaran de Bavê Selah Destana “Delal” tomar kir û li şahîyên Kurdan yên li Helebê û li cejinên Newrozê mûzîka xwe pêşkeşî gel dike. 

Wekî ku tê zanîn Bavê Selah ji bilî strana helbesta jî dinivîsîne. Li gel şert û mercên dijwar destanên kevnar tomar dike û kastên Kurdî derdixist.  

Bavê Selah tê binçavkirin û wî dixin zindanê piştî demekê azad bibe. Piştî demekê vexwandinek ji Bavê Selah re tê ji bo seredana Ewrûpa bike da ku konsêrt û şevbuhêrk li dar xistin. Ji ber xizanî û feqirî nekarîbû vê yekê biserbixe. 

Hin stranên ku bi Bavê Selahre dihat bibîranîn wana bû:  Delal, Cembelî, Şêx Şeîd, Dewrêşê Ewdî, Xec û Siyamend, Gênc Osman, Hecanê û gelek stranên din ên folklorîk .  Bavê Selah heya kêlîka dawî ya jiyana xwe xwest hunera Kurdî pêşde bibe û hin tiştên nû lê zêde bike.  


 EFRÎN