Tehsîn Taha bi “Eşkere nakim” dest bi gotina stranan kir, hunera xwe ji bo hişyarkirina Kurdan bi kar anî. Wî strana nûjen a Kurdî got û bi piştgiriya ciwanan jî xwe da qebûlkirin. Ew bi Rabe cotyar jî li her çar aliyên Kurdistanê nemir bû.

Hunermendê ku yek ji pêşengê muzîka nûjen a Kurdî ye Tehsîn Taha Amêdî ev 23 sal in wefat kiriye lê belê hem bi helwesta xwe ve hem jî bi stranên xwe, hê jî rêya huner û muzîka Kurdî geş dike. Dema ku hunermend Tehsîn Taha çavên xwe li dinyayê vedike, qir û qiyameta Şerê Cîhanê yê 2´yê ye. Beşa Kurdistanê ya ku Tehsîn Taha lê hat dinê, malovaniyê ji serhildanên modern ên Kurdan re kiriye ku serhildanên Berzenciyan heta salên 1932’yan jî bandora xwe li ser herêmê dike lê bi alîkariya Ingilîzan serhildan tên tepisandin. Lê di warê siyasî de li Başûr hewldanên serxwebûnê her tim dewam kirine ku ev rewş wekî kodên jiyanî li ser gelê Başûr bandora xwe kiriye. Tehsîn Taha di nav vê keftûlefta cîhanî û Kurdistanî de di sala 1941’ê de li navçeya Amêdiyê ya ser bi Dihokê ji dayik dibe.

 

Eşkere nakim strana pêşî bû

Malbata Tehsîn Taha ji ber ku bavê wî karmendê dewletê ye li Dihok û navçeyên wê gelekî digerin. Tehsîn Taha di nûciwaniya xwe de ku ji bo xebatê diçe Hedbaya Musilê, li wir dest bi xebatên xwe yên muzîkê jî dike. Di sala 1956 yan jî 1957’an de ji Musilê vedigere Amêdiyê û li vir, li aliyekî lîseyê dixwîne li aliyê din jî dixebite.

Piştî ku perwerdeya xwe ya lîseyê diqedîne, dikeve ezmûnên ji bo beşa Kurdî ya Radyoya Bexdayê û bi ser dikeve. Dema ku li radyoyê dest bi kar dike, strana wî ya pêşî ya ku dibêje ‘eşkere nakim’ e. Di sala 1958’an de general Abdulkerîm Qasim bi piştgiriya Kurdan darbeyekê pêk tîne û dibe serokomarê Iraqê. Qasimê ku sozên ji bo otonomiya Kurdan pêk nayîne, di navbera wî û Kurdan de cih bi cih şer rû didin wan deman.

 

Xwe ji şanogerî û senarîstî nehişt

Di bin siya vê rewşê de di sala 1960’î de Tehsîn Taha jî li Zanîngeha Bexdayê di Beşa Hunerê de dest bi perwerdeyê dike. Ji salên 1960’î û pê ve, Tehsîn Taha bi awayekî berfireh dest bi karê xwe yê hunerî kir. Di destpêkê de bi karê şanogeriyê (lîstikvanî û senaryo nivîsandinê) derket pêşberî gel. Lê tenê bi karê şanoyê tîhna wî wî ya ji bo hunerê nedişikiya. Li ser vê yekê, dîsa dengê xwe kir alaya hest û dilînên xwe û gelê xwe. Gihîştina bi vê xweziyê di wî çaxî de karekî wiha hêsan nîne. Ji ber sedemên olî, paşverûtiyên civakî li ber wî asteng gelek bûn. “Mitrib” peyvek çewt û nîşana sivikatiyê bû ku pirraniya Kurdan ji hunermendên mîna M. Arifê Cizrawî, Nesrîn Şêrwan, Hesen Cizrawî, Elî Merdan, Tahir Tofîq, Hesen Zîrek û yên din re jî digotin. Ji xeynî vî derdê giran, bindestiya Kurdistanê serbarê hemû derdan bû.

Çalakger û hunermend e

Di nav vê rewşê de li aliyekî têkoşîna gel a ji bo azadiyê û li aliyê din jî helwêsta gel a li hemberî hunermendiyê dike ku Tehsîn Taha hunera xwe zêdetir bixe xizmeta şoreşê. Di sala 1961’ê de şer dijwar dibe; gel êdî bi çalakiyên şermezanrkirinê bi hezaran dadikevin kolanan û daw û doza mafên xwe yên hatine xespkirin, dikin. Di wan çalakiyan de em Tehsînê ciwan ê hunermed wekî çalakgerekî li pêş dibînin. Tehsîn ji ber çalakiyekê tê destgîrkirin û 15 rojan êşkenceyên giran lê tên kirin.

ji ber vê jî Tehsîn Taha li hemberî desthilatdariyê gotinên xwe tûjtir dike, lê belê lêgerîna xwe ya ji bo hunerê jî didomîne. Piştî ku hêviya ji Abdulkerîm Qasim dihat kirin, neçû serî, Tehsîn Taha bi stranên xwe yên nûjen dixwaze tesîrê li ciwanên Kurd bike da ku li ber rejîma Qasim rabin.

 

Li zindanê “Têtin bihar”

Ji sala 1961´ê û pêhe Tehsîn Taha li aliyekî zanîngeha xwe dixwîne li aliyê din huner û çalakiyên siyasî jî ji bo wî bûne wekî nasnemeyên wî. Di sala 1963’yan li Bexdayê tê girtin û wî dixin girtîgehê. Strana ku li zindanê çêkiriye ya yekem jî ya bi navê ‘Têtin bihar’ e. Tehsîn piştî ku salekê di hepsê de dimîne, tê berdan û xwendina xwe didomîne. Piştî mezûniyetê li Mexmûrê dibe mamosteyê muzîkê. Piştre heta sala 1970’yî li Hewlêrê mamostetiyê dike.

Piştî ku têkiliya dewleta Iraqê û Kurdan normalîze dibe, gelek caran diçe Bexdayê. Li Radyoya Bexdayê bi hunermendê nemir Bavê Felekê, ango Mihemed Şêxo re têkiliyê datîne. Li Radyoyê stranên bi navê ‘Aso’ û ‘Ey hewar’ bi hev re dibêjin. Tehsîn Taha di serdanên xwe yên radyoyê de bi muzîkjenên mezin ên Kurd Mihemed Arîf Cizrawî, Hesen Cizwarî, Elî Merdan, Meryem Xan, Îsa Berwarî têkiliyê datîne. Ligel vê bi hunermendên wekî Gulbihar û Eyşe Şanê re duetan dike û li bajarên wekî Hewlêr, Dihok û Bexdayê bi wan re konseran dide.

 

Gotina strana nûjen

Tehsîn Taha bi helbesta nû ku bi navê ‘helbesta îro’ jî tê zanîn, dest bi gotina ‘Strana Kurdî ya Nû’ dike. Helbet ji bo dema xwe ev helwesteke donkîşotwarî ye jî lê belê ev pêngav di nav  ciwanan de rastî elaqeyeke baş tê. Hêz û hezkirina pirraniya ciwanên Kurd ên başûrê Kurdistanê, zû dijberên hunera nûjen a Tehsînî bêdeng kirin. Pîvana gel ji bo wî pîroziyeke mezin bû.

Tehsîn Taha li Behdînanê yekemîn kes bû ku bi awayekî nûjen strana Kurdî ya nû bi awazên nû da destpêkirin. Şemal Sayîb li herêma Soran û Tehsîn Teha li herêma Behdînanê wekî serkêşên vê destpêka dîrokî tên naskirin.

Di hemû stranên xwe yên wê demê de peyamên xwe bi awayekî veşartî di nav stranên xwe de dide. Tehsîn Taha di stranên xwe yên bi navê, Bihêre Distar, Milletê me nemire, Xewin, Newroz e, Ay Felek, Xalxalokê, Behdînan, Mala me li serê mihelê, û bi dehan stranên din de peyamên Kurdperweriyê û hezkirina welatê xwe vedibêje.

 

Di nav Tevgera Azadiyê de bû

Tehsîn Taha ti carî rewşa parçekirî ya Kurdistanê qebûl nekiriye û têkoşîna li parçeyên din ên Kurdistanê jî tim li ser bala wî bûye. Têkoşîna li bakurê Kurdistanê jî gelek bandorê li ser wî dike û piştgiriya xwe ya bi tevgera Azadiyê re tim tîne ziman. Newrozên ku di salên 1990’î de li bakurê Kurdistanê bi serhildanan tên pîrozkirin, kela canê wî radikin.

Hunermendê di sala 1991’ê de ji bo ku derman bibe berê xwe dide Ewrûpayê. Li wir Kurdên bi rêxistinî ji bo azadiya Kurdistanê têdikoşin, moreleke mezin didin wî. Tehsîn Taha di 13’ê adara 1994’an bi hunermend Fûad Ehmed re derdikeve ser dikê û tevlî pîrozbahiya Newroza Holandayê dibe. Ji ber nerazîbûna rêveberiya Başûr, êdî li Holandayê bi cih û war dibe. Lê piştî ne bi gelekî, Tehsîn Taha bi penceşêrê dikeve. Ew di 54 saliya xwe de di 28’ê Gulana 1995’an li Holandayê wefat dike.

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 
 

Wesiyeta wî

   

Ji kaseteke ku Tehsîn Taha beriya mirina xwe ji maliyên xwe re (hevjîna wî Hebîbe û her çar kurên wî Vehêl, Gelvan, Warvan û Dîrhat) ji  Holandayê şandibû Amêdiyê, dibêje, “Daxwaza min a herî pêşîn serxwebûna Kurdistanê ye. Pêwîst e Kurd qet li doza welatê xwe xiyanetê nekin. Heger ez rojekê mirim, min li axa Kurdistanê veşêrin. Lê beriya veşartina min, li goristana Amêdiyê ava ‘Kaniya Mala’ li laşê min bireşînin û piştre min di nava dilê axa Kurdistanê de veşêrin...”

   
 

Berhem û albumên Taha

   

Hunermendê nemir ê Kurd piştî ku diçe ser dilovaniya xwe li dû xwe 8 albuman wekî mîrate ji gelê xwe re dihêle. Di van albumên wî de nêzî 100 stranên nûjen, folklorîk, epîk  hwd hene. Albumên wî yên bi navê ‘Aso’ û ‘Rabe Cotyar’ piştî wefata wî ji aliyê Kom Muzîkê ve ji nû ve hatin amadekirin û li bakurê Kurdistanê jî gihîştin xelkê. Gelek berhemên Tehsîn Taha ji aliyê hunermendên Kurd ve ji nû ve hatine şîrovekirin. Hin stranbêjîn Tirkiyê yên weke Îbrahîm Tatlises jî stranên wî dizîne û bi wan meşhûr bûne; Tatlisesî melodiya strana wî ‘Min Xem Deryayeke Kûr e’ weke ‘Ayagimda Kundura’ got û pê navdar bû.