
Dengbêj êş, evîn, şer û lehengiyên Kurdistanê bi ziman dikin û derbasî nifşên nû dikin; lê xwedîderneketina li çanda dengbêjî û jibîrkirna vê çandê, gelek bi lome ne. Dengbêjan bal kişand ser girîngiya vê çandê û got, ev mîras ji bo gelê Kurd wekî gencîneyekê ye.
Dengbêjên Mala Dengbêjan a di bin banê Navenda Çanda Mezopotamyayê ya Wanê (MKM) de hatin cem hev û ji bo jiyandina çanda dengbêjiyê di bin banê MKM’ê de xwe bi rêkxistin kirin. Dengbêj diyar dikin ku bi pêşketina teknolojiyê û nebûna derfetên aborî, elaqeya li hemberî dengbêjiyê roj bi roj ji holê radibe.
Mala dengbêjan wek behrekê ye
Dengbêj Yusuf Kapçak diyar kir ku Mala Dengbêjan ji bo herêmê derfeteke mezin e û wiha axivî: “Mala dengbêjan ji bo herêmê wekî behrekê ye. Heke kesek dixwaze bi awayekî rêxistinî, ji çand û hunerê fam bike û bê Mala Dengbêjan dê ji vê behrê tasek av vexwe. Ez bangî hemû dengbêjên çar parçeyên Kurdistanê dikim. Mala Dengbêjan neynika dengbêjan e. Divê herkes xwe di neynika Mala Dengbêjan de bibîne. Em jî dê bi wan serbilind bin.”
‘Kes xwe nade ber karên zehmet’
Kapçak îdîa kir ku herî zêde 30 sal temenê dengbêjiyê maye û wiha domand: “Ku ev çand winda bibe, ziyaneke mezin dê li çanda Kurd bibe. Dengbêjî çi ye û çima hejmara me zêde nabe. Kêmek dema dengbêjiyê maye. Sedema zêdenebûna hejmara dengbêjan jî ew e ku zehmet e. Kes xwe nade ber karên zehmet. Aliyek din jî ew e ku dahateke aborî ya vê hunerê tuneye.”
‘Ocalan pêşiya jinê vekir’
Dengbêj Muqaddes jî xwest ku Kurd qîmet bidin bi çanda xwe û got: “Ez ne dengbêj, derdbêj im. Dengbêjî lorîna dayîkê ye. Dibe hatibe qedexekirin lê hêj dayîkên dengbêjiyê dikin hene. Wan ev lorîn hîs kiriye û vegerandina deng û heta îro anîne. Destpêka dengbêjiyê lorîna dayîkan e. Em nabêjin qediya. Bila neqede. Em dê bikolin û ji binê erdê derxin. Em dê careke din bînin ber çavan. Ji hemû hunermendan re rêza me heye lê stranên dengbêjiyê dibêjin û xirab dikin. Em hêvîdar in ku elaqeya li hemberî denbêjiyê zêde bibe. Nexasim dengbêjên jin. Rêberê Gelê Kurd pêşiya jina Kurd vekir.” Dengbêj Selehattîn Irgat jî got, 65 salî ye û ev 50 sal in ku dengbêjiyê dike û wiha axivî: “Lê bi qîmeta dengbêjiyê nayê zanîn.”
DÎHA/WAN